Hikûmeta Îraqê mizginiya cejnê da Kurdên Êzidî

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê mizginiya Cejna Cemayê da Kurdên Êzidî.

05.10.2023, Per - 05:03

Hikûmeta Îraqê mizginiya cejnê da Kurdên Êzidî
Nuçe Belav bike

Li gorî Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, bi boneya Cejna Cemayê, ji bo Kurdên Êzidî 8 roj betlaneya (pişû) fermî hat ragihandin.

Encûmena Wezîran a Îraqê di civîna xwe ya doh de biryar da ku ji bo Kurdên Êzidî li seranserê Îraqê 8 rojan betlaneya fermî were ragihandin.

Dê her sal betlaneya fermî be

Li gorî vê biryarê, dê her sal ji 6ê Çiriya Pêşîn heta 14ê Çiriya Pêşîn ji bo Kurdên Êzidî betlaneya fermî be.

Kurdên Êzidî her sal di navbera 6-13ê Çiriya Pêşîn de Cejna Cemayê pîroz dikin.

Îsal jî cejn li perestgeha pîroz a Êzdiyan, Perestgeha Laleşê tê pîrozkirin.

Pîrozbahiyên li Laleşê di nav gel de bi navê “ Cemaya Şêx Hadî” tên naskirin.

Cejna Cemayê ya îsal dê hefteyekê bidome û tê texmînkirin ku bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyên wê cejnê bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 746 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:22:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x