Li bajarê Silêmaniyê, panêlek li ser hemwarkirina Destûr Iraqê dest pê kir.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Cotyar Adil jî di panêlê de beşdar e. Adil li ser dest ji kar berdana serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî got, hîn zû ye mirov tiştekî bêje. Ka em bizanin rewşa Iraqê dê çi lê were.
Cotyar Adil her wiha got, em li ser helwesta xwe ya berê ne. Em dixwazin bi hikûmeta Iraqê re di çarçoveya Destûrê de û bo garantîkirina mafên gelê Kurdistanê li hev bikin.
Li ser venivîsîna Destûra Iraqê jî berdevkê hikûmetê got, bi baweriya me ti carî Destûrek ji ya niha baştir li Iraqê nayê nivîsandin. Di vî warî de nêrîna me ev e.