Konsulê Almanyayê: Em dixwazin di piroseya çaksaziyê û hevgirtina hêzên Pêşmergeyan de arîkar bin

Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê bi Wekalet ragehand, “Gefa DAIŞê hêşta bidawî nehatiye û em dixwazin di piroseya çaksaziyê û hevgirtina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de arîkar bin, ji bo ku bibe artêşeke bihêz ji bo bergirîkirinê ji xelk û axa Kurdistanê.

27.11.2023, Pts - 06:08

Konsulê Almanyayê: Em dixwazin di piroseya çaksaziyê û hevgirtina hêzên Pêşmergeyan de arîkar bin
Nuçe Belav bike

Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê bi Wekalet Benjamin Hanna ji K24ê re ragehand, “Adara îsal Perlemana Almanyayê erkê hêzên xwe li Herêma Kurdistanê ji bo saleke din dirêj kir û armanca wê yekê jî ew e ku di berhingarbûna gefan de arîkariya Pêşmergeyan bike”.

Herwesa got, “Peywendiyên Almanya û Kurdistanê gelek giring û bihêz in, Adara îsal Wezîrê Derve yê Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê kir”.

Benjamin amaje da, “Almanyayê di warên bazirganî û siyasî de peywendiyên baş bi Herêma Kurdistanê re hene. Ji bilî wê yekê jî, piştevanî û arîkariya pêkhatên Kurdistanê dike. Ev jî erkekî din ê konsulxaneyê ye û em gelek dilxweş in jî ku em li vê derê bin û li ser peywendî û hevahengiyên xwe berdewam bin”.

Herwesa amaje da, “Almanya di warên serbazî û ewlehî de jî li Herêma Kurdistanê çalak e, serbazên me li vê derê ne ku bikarin arîkariya Pêşmergeyan bikin û Pêşmerge hev bigirin ji bo ku bibin artêşeke bihêz ji bo bergirîkirinê ji Kurdistanê”.

Almanyaya federal bi rêya hejmareke şêwirmendên bilind ên serbazî û hêzên xwe li Îraqê û Herêma Kurdistanê bi hatina teroristên DAIŞê re roleke bibnador û berçav di şkandina teroristan û parastina aramiya deverê û hevkarî û arîkariyên berdewam de ji bo Îraqê û Herêma Kurdistanê gêraye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:51:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x