Îro 15.05.2023yê konsulxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê peyamek belav kir, ku tê de amaje bi wê yekê dide ku: ‘’Em bi keyfxweşî li karê hevbeş û hemahengiya nêzîk li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li ser karê serekî yên hevbeşên me yên ji bo pêşxistina zêdetir a pêşdeçûnê dinêrin.’’
Di beşekî din a peyamê de konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê radigehîne; Piştî li gel PDKê rêkeftina li ser pirsên giring geheştin rêkeftinê, beşdarbûn û vegera wezîrên YNKê ya ji bo encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî lê dikin.