Lehiya li Dihokê: Hejmara miriyan bû 3

Barîna baranê li parêzgeha Dihokê berdewam dike û welatiekî din ji ber lehiyê canê xwe ji dest da.

20.03.2024, Çar - 09:38 [ Güncellenme: 20.03.2024, Çar - 09:44 ]

Lehiya li Dihokê: Hejmara miriyan bû 3
Nuçe Belav bike

Hejmara welatiyên ku ji ber lehiyê canê xwe ji dest daye bû 3.

Nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê Huner Reşîd ragihand ku welatiyek ketiye nava avê û di wê demê de elektrîk wî digire û canê xwe ji dest dide.

Huner Reşîd aşkere kir ku navê wî welatiyê canê xwe ji dest daye Bilal Ebdullah e û 12 salî ye.

Herwiha cenazeyê wî ji bo Bijîşkiya Dadî ya Dihokê hatiye şandin.

 Berdevkê Tenduristiya Dihokê Taban Fazil jî ji ajansa Rûdawê re got:

“Îro tenduristiya 7 kesan ji ber lehiyê têk çûbû û birîndar bibûn ew ji bo nexweşxaneyên Duhokê hatin veguestin.

Rewşa tendirustiya wan baş e û ji nexweşxaneyan derketine.”

“Li Dihokê 133 milîm baran bariyaye”

Herwiha Taban Fazil ragihand ku ji ber elektrîkê ciwanekî 12 salî canê xwe ji dest daye û cenazeyê wî ji bo Bijîşkîya Dadî ya Duhokê hatiye veguhestin.

Pêleke baranê parêzgehên Herêma Kurdistanê girtiye.

Li gorî Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Dihokê, ji demjimêr 9ê sêşemê heta 9ê şev, li Dihokê 133 milîm, li Zaxoyê 49,9 milîm, li Akrê 31,2 milîm, li Bamernê 98,2 milim, li Batîfayê 85,8 milm, li Amêdiyê 59,8 milîm û li Mangêşê 87 milîm baran bariye.(Rudaw)

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:29:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x