Lekolîn qediyan: Termê dayîna Jîneyê nehat dîtin

Tîmên parastina sivîl ên Hewlêrê lêkolînên xwe yên li mala Pêşrew Dizeyî temam kirin lê termê dayîna Jîneyê nehat dîtin.

23.01.2024, Sal - 18:53

Lekolîn qediyan: Termê dayîna Jîneyê nehat dîtin
Nuçe Belav bike

Îranê 15ê vê mehê bi 11 mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya 11 mehî Jîne, mêhvanê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Reveberiya Parastina Sivîl a Hewlêrê Karwan Mîrawdelî di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku termê Mîşela ku dadika Jîneyê bû nehatiye dayîn.

Karwan Mîrawdelî herwiha da zanîn ku tîmên wan xebatên xwe yên li mala Pêşrew Dizeyî temam kirine û got:

“Lêkolînan heşt rojan berdewam kir û derdora 300 karmendî beşdarî lêkolîn û lêgerînên li cihê bûyerê bûn. Em xebatên xwe îro diqedînin.”

Berpirsê Beşa Hiqûqê ya Reveberiya Parastina Sivîl a Hewlêrê Koçer Ebdula diyar kir, çarenivîsa Mîşela ku ji Fîlîpînê ye û dayîna Jineya 11 mehî bû hîn nehatiye zelalkirin.

Koçer Ebdula anî zimên ku li mala Pêşrew Dizeyî ya ku bû hedefa êrişa Îranê hinek parçeyên laşên mirovan hatine dîtin û lêkolînên li ser wan didomin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:58:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x