Levy: Herêma Kurdistanê ji bo kêşeya enerjiyê ya Ewrûpayê çareserî ye

Nivîskar û Fîlozofê Fransî Bernard Henri Levy dibêje, çareseriya kêşeya enerjiyê ya Ewrûpayê, Herêma Kurdistanê ye.

08.10.2022, Cts - 13:42

Levy: Herêma Kurdistanê ji bo kêşeya enerjiyê ya Ewrûpayê çareserî ye
Nuçe Belav bike

Nivîskar û Fîlozofê Fransî Bernard Henri Levy dibêje, çareseriya kêşeya enerjiyê ya Ewrûpayê, Herêma Kurdistanê ye. Herwiha destnîşan dike, bersiva herî baş ji bo gefên ser Herêma Kurdistanê, yekbûn û yekrêziya navxweyî ye.

Bernard Henri Levy beşdarî dîdara Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn bû, ku îro şemiyê li Hewlêrê birêve çû û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bîne bîra Ewrûpayê ku çareseriya kêşeya enerjiyê li Herêma Kurdistanê ye, ne li cihekî din.

Levy diyar kir, divê welatên rojava stratejiya wan hebe ji bo parastina Herêma Kurdistanê, ne ku rêkeftina salekê û dabînkirina hinek pereyan ji bo mûçeyên Pêşmerge.

Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de Bernard Henri Levy got: “Herêma Kurdistanê û Iraq eger naxwazin rûbirûyî kêşeyên taktîkî û bingehîn bibin, divê kêşeyên xwe çareser bikin, ji bo vê mebestê jî, dikarin daxwazê ji hevpeymanên xwe bikin ku nabeynkariyê bikin.”

Levy destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê bi firehiya siyasî, azadî, rêzgirtina li mafên mirovan û kultûra pêkvejiyanê yên ji bo olan tê de heye, bûye nimûneyeke ciwan, loma welatên navêeyê ditirsin belav bibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:41:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x