Li Silêmaniyê hemû tîmên tendirustiyê ketin rewşa amadebaşiyê

Piştî têkçûna rewşa keş û hewayê li parêzgeha Silêmaniyê, tendirustiya parêzgehê hemû tîmên xwe xistin rewşa amadebaşiyê.

09.03.2023, Per - 05:42

Li Silêmaniyê hemû tîmên tendirustiyê ketin rewşa amadebaşiyê
Nuçe Belav bike

Ragihandin û Pêwendiyên Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê îşev daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Bi mebesta gihîştina alîkariya welatiyan di dema pêwîst de, ji niha ve hemû tîmên tendirsutiyê û hawarçûna tendirustiyê li nav bajarê Silêmaniyê hatine belavkirin.”

Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê ji welatiyan daxwaz dike ku dema pêwîstiya wan a bi tîmên tendirustiyê çêbibe, bi rêya hejmara 122 pêwendiyê bibin û tîmên tendirustiyê dê demildest amade bibin.

Îşev Rêveberiya Giştî ya Hatûçûnê ya Parêzgeha Silêmaniyê jî ji welatiyan daxwaz kiribû ku ji ber barîna zêde ya baranê, îşev eger pêwîst nebe, dernekevin derve û cadeyên sereke bi kar neynin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:21:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x