Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, her tişt bi gava yekem dest pê dike, çi ji destê me hat me kiriye û em ê berdewam bin, ji bo ku xizmeta Hejmara min bigihînin hemû gelê Kurdistanê.
Kurdistan24 hevpeyvînek bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re derbarê projeya 'Hejmara Min' de pêk anî. Barzanî di hevpeyvînê de pirs bersivand:
Gelo baweriya welatiyan bi sîstema bankî heye? Dilniyayiya hikûmetê ji wan re çi ye?
Mixabin li Herêma Kurdistanê sîstemeke bankî ya bi îstîqrar nîne. Hin sazî hebûn karê bankî dikirin, lê mîna sîstema bankî ya pêşketî ya ku li welatên pêşketî yên cîhanê heye, li Kurdistanê û heta li tevahiya Iraqê jî wek pêwîst nîne. Ji ber vê yekê ev bawerî çênebûye. Tiştê ku em dixwazin bikin ew e ku me gelek axaftin ligel hikûmeta federal kir û me gelek kar li ser vê pirsê kir ku hevkarî û hevahengiyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hebe. Ji aliyê din ve divê em vê sîstema bankî ya pêşketî ya ku li cîhanê hevpar e, li Kurdistanê ava bikin û ji bo wê gavên pêwîst bavêjin. Ji bo ku ev xizmet bigihe hemû gelê Kurd çi ji destê me hat me kiriye û em ê bikin, di encama xebatê de jî hêvîdar im ku bawerî ji xelkê re çêbibe û xelk berê xwe bidin vê sektorê û zêdetir sûd jê werbigirin.
Gelo bankeke taybet dikare wê berpirsiyariyê bigire ser xwe?
Baweriya me bi kartên taybet û bi bankeyên taybet heye. Van bank bawerî ji Banka Navendî ya Iraqê wergirtine, lewma peywendiyeke rasterast di navbera Banka Navendî ya Iraqê û bankên ku em ji bo cîbicîkirina vê projeyê bikar tînin, heye. Ji ber vê yekê ev bank dikarin vê yekê bikin û rênimayên Hikûmeta Federal an jî Banka Navendî li ser van bankan têne sepandin û divê ew li gorî wan tevbigerin.
Sûdên vê projeyê ji bo welatiyan çi ye?
Li her derê cîhanê kesên ku diçin û pereyên xwe dixine bankan hene. Ew bawer dike ku pereyên wî li bankê zêdetir tên parastin, ji ber ku divê hikûmet wan biparêze. Ji aliyê din ve, ew dikare sûdê ji bankê bigire. Ji aliyê din ve, eger sîstema me ya bankî kar bike, dikare pereyan wek deyn werbigire, dikare mûçeyê xwe di dema xwe de werbigire, dikare hesabê xwe li her derê wek kart bikar bîne û keresteyên pêwîst bikire. Heger welatiyek bixwaze sefer bo derve bike, ji dêvla ku xema çawa pereyan bikşîne yan jî kî jê re veguhezîne, dikare bi karta xwe bawer bike û li her derê cîhanê hesabê xwe bikar bîne. Banka wî bi xwe berpirsiyar e ku hesabê wî çalak bike. Ew dikare bi gelek awayan bibe alîkar. Welatiyên li hemû welatên pêşkeftî li wê yekê dinêrin ku çawa ji alîkariya bankê sûd werdigirin. Lê mixabin heta niha li vir tiştên wisa çênebûne. Ev gava yekem e, lewra bi baweriya min dê bibe qonaxeke mezin di vejandina aborî û xizmetguzariyê de ji bo welatiyan. Ji aliyê din ve di warê şefafiyet, sipîkirina pereyan û gelek tiştên din de dikare alîkariya hikûmetê bi xwe bike û jê sûdmend be.”
Gelo ev sîstema nû ya bankî bi proseya çaksaziyê ve girêdayî ye?
Heger aboriya welatekî hemû bi pereyên kaş ve girêdayî be, kontrolkirina tevgera pereyan pir zehmet e. Em dixwazin ev kar bi awayekî elektronîk di bin çavdêriya fermî ya hikûmetê û saziyên wê de bê kirin. Ev ne tenê li Herêma Kurdistanê ye, ev li Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û girêdayî tora navdewletî ye ku çavdêriya anîn û birina dike. Mebesta wê ne ew e ku pere neyê anîn û birin, tenê ew kesê ku pereyê wî yê paqij hebe, dikare pereyê xwe ji her kesî re bi kar bîne, lê bi zelalî ev kar tê kirin. Dema em dibêjin em çaksaziyê dikin, çaksaziya me ji bo zêdetir alîkariya welatiyan û hêsankirina wan e, ne ku zehmetiyan dirust bikin. Bi baweriya min ev prose dê hem di warê çaksaziyê de alîkariya welatiyan bike û hem jî ji bo hikûmetê û hem di warê çavdêriya navdewletî de jî, Kurdistan dikare biçe asteke gelek bilindtir di warê mameleya ligel pereyên kaş de ku îro tê kirin.
Veguhastina ji diravê kaş ber bi sîstemeke dîjîtalî ya bankê çawa alîkariya aboriya welat û hikûmeta dike?
Eger derfeta we hebe ku hûn li şûna pereyê kaş karê xwe bi kredî bikin, ev ê hem ji bo hikûmetê û hem jî ji bo welatiyan pir alîkar be. Ger li cîhek kêmasiyek hebe ku nekare were dayin an were peyda kirin, hebûna krediya li bankê dê bi giranî vê pirsgirêkê çareser bike. Di sîstemeke bankî ya pêşketî de, sîstema krediya bankî şûna sîstema pereyan digire ku niha li Herêma Kurdistanê heye. Ev ê gelek alîkar be, ji ber ku dirav dê li ser hesabê her welatiyekî be, Bank ne tenê kesek e, bi sed hezaran kes di bankê de hesabên xwe vedikin, pereyê ku banka bikar tîne dê sûdê bide bank, hikûmet û welatiyan. Ji ber vê yekê, dirav bixwe dirav tîne, di demek ku di pergalek bingehîn-drav de, danûstendinên drav sînorkirî ne, û dibe ku di warê ewlehî de jî hinekî xeternaktir be. Di her warî de sîstem niha li hemû cîhanê kar pê tê kirin û gavên zêdetir jî avêtine ne bi kart, lê belê bi e-mail û bi telefonê gavên zêdetir avêtine, em ji di destpêkê damezirandina vê jêrxaneyê ne, eger ev jêrxane dirust bû, em ê gavên din jî bavêjin.
Wergirtina mûçeyan ji kaş bo dîjîtalê reng e bibe sedema pirsgirêkan ji bo hin welatiyan, di vî warî de plana hikûmetê çi ye?
Carê ev proje ji bo 850 kesan e, ev 850 kes dê mûçeyên xwe bi elektronîk bistînin. Me got em ê bi 850 kesan wek nimûneyeke piroseyê dest pê bikin û paşê hêdî hêdî diçin nasva wê, lewra me du sal bo wê yekê destnîşan kiriye, da ku hem hikûmet bikaribe jêrxana pêwîst bo çêkirina ATM û kartên xwendinê li seranserê Herêma Kurdistanê bi cih bîne û welatî jî şarezayê vê sîstemê bibin, lewma pêwîstî bi cureke perwerdeyê heye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi aliyên peywendîdar û bankan dikare vê perwerdeyê bigihîne welatiyên Kurdistanê. Ez hêvî dikim ku sektora taybet jî alîkariya hikûmetê bike da ku bikeve proseyê û ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de ev yek pêk were.
Di vê qonaxa taqîker de tenê bi du bankan re kar hatiye kirin, gelo bankên din dikarin di şeş mehên pêş de beşdar bibin?
Weke ku min behs kir, niha proseyek nimûneyî ye, me bi du bankan dest pê kiriye, tenê ji ber wê yekê ye ku ev her du bank ji bo cîbicîkirina projeyê zêdetir amadekarî kirine. Lê di şeş mehên pêş de em ê rê li ber her bankek ku karibe vî karî bike û beşdar bibe vekin. Armanca hikûmetê ew e ku bankên din ên ku ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve hatine destûrkirin, beşdar bike, piştre welatî dê hilbijêrin ew ê li kîjan bankê hesabên wan hebin. Hikûmet tenê dê alîkariyê bike ku ev proje bi rê ve bibe û piştre dê vê projeyê ji bank û welatiyan re bihêle ku welatî pêwendiyê bi bankên xwe re deynin. Hikûmet jî tenê weke alîkar dikare piştgiriyê bide vê projeyê.
Serketina vê pêvajoyê dê çi armancê bi dest bîne?
Armanca me ew e ku li Kurdistanê vejandina aborî çêbibe, armanca me ew e ku Kurdistanê pêngaveke pir pêşketîtir bavêje. Mebesta me ne tenê em mûçeyan bidin, em dixwazin binesaziyek aborî ya bihêz ava bikin. Ji ber vê yekê em lê dinêrin ka meriv çawa ber bi pêşerojek geş û aboriyek çêtir ve diçe. Ev sîstem dê alîkariya sermayedarên biyanî jî bike, eger sîstemeke aborî ya pêşketî û sîstemeke bankî ya guncaw hebe, dê alîkariya xelkên din jî bike ku werin Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê ya ku em dixwazin bikin, nêrînek ji bo paşeroja Kurdistanê ye, ka em çawa dikarin wê ber bi qonaxek pir pêşkeftî ve bibin.
Hûn vê qonaxê çawa pênase dikin?
Bi dîtina min, her tiştê pêwîst bo Kurdistan heye ji bo bibe xwedî aboriyeke pir pêşketî. Heger em li welatên mîna Sîngapurê binêrin, bo nimûne, tenê bi başkirina sîstema bankê û têkoşîna li dijî gendeliyê, karîbû bibe ji welatekî pir xizan bibe welatek pir û pir pêşkeftî. Çima em nikarin li Kurdistanê wisa bikin? Bi baweriya min em dikarin bikin, welatek wek Koreya Başûr ku karîbû ji welatekî xizan bibe welatekî pir pêşkeftî, welatên kendavê bi sîstema çaksaziyê karîbûn di sîstema aborî de hin guhertinan bikin, em ê jî bikin. Bi baweriya min Kurdistan dikare bibe cihê geşepêdana aborî, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, belku ji bo Iraq û hemû navçeyê jî, tiştê ku ez dibînim pêşerojeke pir geş ji bo Kurdistanê heye.
Gotinên we hander in, gelo hûn di baweriyê de ne ev prose bê encamdan?
Berî her tiştî, ez bi xwe bawer im. Ez bi tîmên ku bi me re dixebitin bawer im. Baweriya min wê yekê heye ku em dikarin berdewam bin û guh nedin hewildanên ku rêgiriyê li me dikin. Ji ber ku li şûna hewldanên me yên ji bo pêşvebirina Kurdistanê, hewldaneke din heye ku dixwazin pêşiya me bigirin. Daxwaza min ji welatiyan ew e ku baweriya wan me hebe, baweriya wan bi wan hebe û baweriya wan bi welatê xwe bînin. Bi hev re, mil bi mil, dikarin van hemû kêşeyan derbas bikin û Kurdistanê bighînin wê qonaxê ku hêjayî gelê Herêma Kurdistanê ye.