Mesrûr Barzanî: Hilbijartin tenê ji bo pêkanîna hikûmetê nînin, belkî ji bo mana qewareya Herêma Kurdistanê jî ne

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) radigehîne, “Hilbijartin tenê desthilatdariya çar salên bên diyar nakin, belkî biryareke çarenivîssaz e.” Herwesa got, “Helwestwernegirtin helwest e û eger kesek dengê xwe nede, kesekê din li şûna wî biryarê dide.”

27.09.2024, Cum - 09:53

Mesrûr Barzanî: Hilbijartin tenê ji bo pêkanîna hikûmetê nînin, belkî ji bo mana qewareya Herêma Kurdistanê jî ne
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî duh (Pêncşem, 26.09.2024) bi hejmareke kesatiyên bajarê Hewlêrê re civiya.

Cîgirê Serokê PDKê di çarçoveya gotara xwe de ragehand, “Her biryareke di hilbijartinan de bê dan dê bandor li ser hemî welatiyan hebe, lewma divê gotareke vekirî û rastgoyane hebe.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Helwestwernegirtin helwest e û eger kesek dengê xwe nede, kesekê din li şûna wî biryarê dide.”

Navbirî herwesa got, “Hilbijartin tenê desthilatdariya çar salên bên diyar nakin, belkî biryareke çarenivîssaz e.” Tekez jî kir, “Hilbijartin tenê ji bo pêkanîna hikûmetê nînin, belkî ji bo mana qewareya Herêma Kurdistanê ne.”

Cîgirê Serokê PDKê ron jî kir, “Divê çavê me li wê yekê be ku Kurdistan li ser astê cîhanê bibe xweştirîn û pêşkeftîtirîn welat, lê destên navxweyî hene rêyê li pêşkeftinên me digirin.”

Bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bi awayekî fermî li roja Sêşemê, 24.09.2024, hat destpêkirin.

Biryar e piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 20ê Cotmeha îsal bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bi rê ve biçe.

Li dû tomara bayometrî ya dengdanê, hejmara dengderên Herêma Kurdistanê ji bo vê piroseya hilbijartinan du milyon û 899 hezar û 878 dengder e, ku du milyon û 683 hezar û 918 ji wan dengderên giştî ne û 215 hezar û 960 jî dengderên taybet in.

 

Vî nûçeyê tevayî: 125 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:15:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x