Mesrûr Barzanî li şanda hikumetê bo Bexdayê civîya

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û Qubadî Talebanî, cêgirê sero wezîran li gel şanda hikumeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê civîya, ku duhî wê şandê seredana Bexdayê kiribû û li gel serok wezîran û wezîrê petrol û darayî Îraqê civîyabûn.

24.11.2019, Paz - 09:57

Mesrûr Barzanî li şanda hikumetê bo Bexdayê civîya
Nuçe Belav bike

Duhî şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê kir, Ew şand pêkhatibû, ji Awat Şêx Cengî, wezîrê darayî ya hikumeta Herêma Kurdistanê, Xalid Şiwanî, wezîrê herêmê bo danûstandinan li gel Bexdayê, Ûmêd Sebah serokê dîwana Civata Wezîran û Dr.Amanc Rehîm, sikretêrê Civata Wezîran. Ev şand li gel serok wezîran, wezîrê petrol û wezîrê darayîê civîyabûn û li gor zanîyarîya, di civînan de gotûbêj kirîne li ser pişka budce ya Herêma Kurdistanê bo sala 2020.

Biryare jî, piştî civînê, ew şand konfiranseke rojnamevanî saz bike û encamên seredana xwe bo Bexdayê pêşkeş bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 731 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:20:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x