Di civînê de ku Cihnişînê Dubayê Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid Al Mektûm û hejmarek ji rayedarên payebilind ên Îmarat amade bûn, guftûgo li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a dewleta Îmarata Erebî ji çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de kir.
Ji aliyê xwe ve, Şêx Mihemed Bin Raşid dilxweşiya xwe li hember serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza pêşvebirina pêwendiyên dualî di hemû waran de dubare kir.