Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li serok û serkirdayetiya YNKê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bidawîhatina kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li serok û serkirdayetiya wê partiyê kir.

03.10.2023, Sal - 16:10

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li serok û serkirdayetiya YNKê dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî serok û serkirdatiya YNKê kir û tê de ragihand, “Bi boneya serkeftina kongreyê û destnîşankirina serkirdatiya nû ya YNKê, pîrozbahiyê li we û hemû endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Hêvîdar im hûn qonaxeke nû di xizmeta gel û welat de dest pê kirin û gavên xwe yên ji bo yekrêzî û tebayî, pêşxistina destkeftan û parastina welat û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê zêdetir bikin û herwiha hevahengî û piştevaniya xwe ji bo cibicîkirina plan û bernameyên hikûmetê zêdetir bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 656 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:25:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x