Di civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, dawî pêşhateyên pêşveçûna diyaloga di navbera her du aliyan de gotûbêj kirin û derbarê rewşa niha ya Iraqê û astengiyên li pêşiya wê bîr û ra li hev guhertin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokwezîrê Iraqê kir ji bo temamkirina proseya bi parêzgehkirina Helebceyê û pesendkirina proje yasaya bûdceya sê salên bê ya Iraqê ku li Parlamentoya Iraqê deng li ser bidin.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê hemû hevkarî û piştevaniya xwe ji bo Sûdanî û Hikûmeta Federal a Iraqê nîşan da û ew karên ku heta niha di karnameya hikûmetê da cîbicî kirine bi erênî û hêvîbexş bi nav kirin.
Serokwezîrê Iraqê ji aliyê xwe ve, rola Nêçîrvan Barzanî ya li hevcivandina aliyan, pêwendiyên wî digel hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê û hewl û gavên wî yên ji bo yekrêzî û li hevtêgihiştinê bilind nirxandin.
Sudanî tekez kir ku aramî, ewlehî û pêşketina Iraqê û Herêma Kurdistanê jî tê da bi hev ra girêdayî ne û bi parêzgehkirina Helebce jî weke xizmeteke biçûk li hember wan tawanên li dijî wî bajarî hatine kirin bi nav kir.
Her du alî li ser pêwîstî û girîngiya pêkvejiyan û yekrêziya di navbera hêz û pêkhateyên Iraqê da ji bo parastina aramiya siyasî li welat û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingehê destûrê hemfikir bûn û tekezî li ser girîngiya sektora taybet û rola wê di pêşxistina welat di hemû waran da kir.
Pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê civîneke hevbeş digel serkirdeyên hêz û aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê pêk anîn û di civînê de li ser rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê nêrînên xwe li hev guhertin.