Nêçîrvan Barzanî ji bo Christmasê: Em dê bi hev re qeyranan derbas bikin

Serokê Herêma Kurdistanê di peyameke xwe de Christmasa Xiristiyanan pîroz kir û bal kişand ser çand û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê yên wekî bihevrejiyan, lêborîn û hevqebûlkirinê.

25.12.2023, Pts - 06:05

Nêçîrvan Barzanî ji bo Christmasê: Em dê bi hev re qeyranan derbas bikin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Christmasê de peyamek ji bo Xiristiyanên Kurdistan, Îraq û cîhanê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Cejna Christmasê ya rojbûna Hz. Îsa li hemû Xiristiyanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim. Ji wan re cejneke aram û demeke xweş dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman:

“Bi vê minasebetê em balê dikişînin ser çand û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê yên wekî bihevrejiyan, lêborîn û hevqebûlkirinê.

Em welatiyên Xiristiyan û hemû pêkhateyên olî û etnîkî piştrast dikin ku Kurdistan dê wek her dem bibe welatê me hemûyan.”

Barzanî diyar kir ku gelê Kurdistanê tevî hemû pêkhateyên xwe, ji bo jiyaneke azad bi hev re qurbanî dane, têkoşiyane û êş û azar kişandine.

Di nav çend rojan de cîhan dê xatir ji sala 2023yan bixwaze û bixêrhatina sala 2024an bike.

Nêzîkî 2,14 milyar Xiristiyanên Rojavayî û hin Xiristiyanên Rojhilatî 25ê Kanûna Pêşînê wekî Christmas an jî rojbûna Hz. Îsa qebûl dikin.

Xiristiyanên li çar aliyên cîhanê bi gelemperî di şeva Christmasê an jî roja Noelê de diçin dêrê da ku duayan bikin û sirûdên olî ji bo rojbûna Hz. Îsa bixwînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 197 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:24:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x