Nêçîrvan Barzanî: Di dema xwe ya yasayî de roja hilbijartinan diyar dikim

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê nîvro 2ê Adara 2023an li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres kir.

03.03.2023, Cum - 05:53

Nêçîrvan Barzanî: Di dema xwe ya yasayî de roja hilbijartinan diyar dikim
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînekê de herdu aliyan pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr - Bexdayê û diyaloga navbera wan ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan, karnameya Hikûmeta federal a Iraqê û rewşa Şingalê behs kirine.

Nêçîrvan Barzanî bi kurtî behsa bendên rêkeftina pêkanîna Hikûmeta Federal a Iraqê û karnameya wê berçav kiriye, herwiha bal kişandiye ser atmosfera erênî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku, Serokwezîrê Iraqa Federal li ser cîbicîkirina karnameya hikûmetê cidî ye. Nêçîrvan Barzanî, herwiha di axaftina xwe da rola NY li Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxaniya.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê NY kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan daye û piştevaniya NY bo hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de dubarekiriye.

Mijareke din ya ku di civînê da hatiye behs kirin, pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê bûye. Di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê kiriye ku weke Serokê Herêma Kurdistanê dê di dema xwe ya yasayî de roja hilbijartinan diyar bike û divê îsal hilbijartin bêne kirin.

Her du alî li ser pêwîstî û girîngiya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û handan û hêsankirina vegera penaberên Êzdî bo cih û warên xwe û avadankirina deverên wan hevnêrîn bûne.

Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de jî, Sekreterê Giştî yê NY tekezî li ser wê yekê kiriye ku çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û yekrêziya aliyên siyasî dê pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraq û derve jî bihêztir bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 425 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:51:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x