Nêçîrvan Barzanî: Divê Hikûmeta Iraqê budceyeke taybet ji bo Helebceyê terxan bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê dupat kir û daxwaz ji hikûmetê kir ku bûdceyeke taybet ji bo avakirina Helebce û qerebûkirina malbatên qurbaniyan û birîndaran terxan bike. Herwiha Barzanî diyar kir 20 sal piştî rûxandina rêjîma Beisê "Armanca Iraqiyan ya avakirina Iraqeke demokratîk, piralî, medenî û aram rastî şikestineke mezin hat."

15.03.2023, Çar - 11:51

Nêçîrvan Barzanî: Divê Hikûmeta Iraqê budceyeke taybet ji bo Helebceyê terxan bike
Nuçe Belav bike

Îro Çarşemê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 7emîn Foruma Silêmaniyê de gotarek pêşkêş kir û got: “Me bi salan karekî zêde kiriye ku Helebce bibe parêzgehek ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê wê. Li ser navê xelkê Helebce pû tevahiya Herêma Kurdistanê spasiya birayê xwe Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şiya Sûdanîdikim ku bi dilsozî ji bo temamkirina proseduran kar kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, bûdceyeke taybet ji bo avakirina Helebce û qerebûkirina malbatên qurbanî û birîndaran terxan bike û got “Hewldanên hikûmeta federal û serokwezîr ji bo giringîdan bi Helebce û qerebûkirina qurbaniyan, pêngaveke destûrî ye û bi biryarên dadgehê li dijî tawanên rejîma berê ya Iraqê piştevaniya wan dike. Ev karekî bi temamî destûrî û yasayî ye ji bo xelkê Helebce.”

Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Herêma Kurdistanê bo hikûmeta nû ya Iraqê dûbare kir û got “Li Herêma Kurdistanê em bi hemû awayî piştevaniya hikûmetê û gavên birêz Serokwezîrê Iraqê dikin. Ji wê dema ku dest bi kar kiriye ve li ser bingeha hevpeymaniya birêvebirina dewletê bo pêkanîna hikûmetê weke nexşerêyeke hewl daye rewşa aramî, siyasî li Iraqê çê bike, h erwiha giringî daye hemû navçe û civakên Iraqê û em hêvîdar in ku ew rêkeftin û yasayan cîbicî bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî behsa proje yasaya bûdce û amadekirina proje yasaya petrol û gaza Iraqê kir û dibêje “Rêkeftina ku di çarçoveya proje yasaya bûdceyê de hatiye kirin, ji bo tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de, tiştekî gelek baş e û ji bo hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî cihê pesindayînê ye. Em li bendê ne ku ev meyl berdewam bike û qanûna neft û gazê jî bi heman ruhê hevkariyê di navbera her du aliyan de were derxistin.”

Nêçîrvan Barzanî bi boneya 20emîn sala hilweşîna rejîma Beisê ragihand “Divê em vê yekê bizanibin ku di heyama 20 salên borî de, em hemû hevparê şikestinên Iraqê bûn û em hemû bi hev re hevparê serkeftinên wê ne, îca ev serkeftin û sikestin pir bin yan kêm bin. 20 salên derbasbûyî tevî hemû kêmasiyan jî ji dîktatoriyê cudatir, bi kêmanî gelê Iraqê ji bo zindîbûna xwe ya li herêmê nîşan bide azadiya xwe bi kar anî.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir “Dema opozîsyona Iraqê ji kongreyên London û Selahedîn heta avakirina encûmena desthilatdar û nivîsandina destûrê serkeftî bû. Lê piştre gav bi gav dûrketin û hewldan dest pê kir û bû qeyranek mezin, ji ber nebûna diyaloga avaker di navbera aliyan de û ne cîbicîkirina destûra Iraqê.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje “Armanca Iraqê ya avakirina Iraqeke demokratîk, pirjimarî, sivîl û bi îstîqrar rastî şikestineke mezin hat; ji ber vê yekê jî beşdariya gel di prosesa demokratîk de gelek kêm bûye û ev yek jî bandoreke gelek metirsîdar li ser pêşeroja pêvajoya demokratîk dike, nemaze ku Iraqê di demên berê de bi milyonan kes û milyar dolar ji ber dîktatoriyê winda kiriye û bi dehan ji neviyên xwe xistiye nava tundî û şer.”

Li gorî serokê Herêma Kurdistanê "Zêdebûna navenda biryardanê û bikaranîna çekên dewletê di nakokiyên siyasî yên navxweyî de û şikestina baweriya pêkhateyên Iraqê yên wekhevî, beşdarbûn û beşdarîkirina di biryar û rêvebirina welat de, zirareke mezin gihand pêvajoya siyasî û saziyên Iraqê."

Nêçîrvan Barzanî anî ziman "Ewên ku destûr nivîsandine girêdayî bawerî, netewe û pêkhateyên cuda yên Iraqê ne û hemû daxwazên wan di destûrê de nehatine danîn lê ewan hemûyan bawer kirin, ku wan destûreka baş nivîsandiye û dikare Iraqê bike welatê hemûyan û iraqê federal, demokratîk û pêşvebirî pêk bihîne, belê mixabin destûr bi cih nehat.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:54:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x