Di dema beşdarîkirinê da Nêçîrvan Barzanî li gel Donald Trump Serokê Amerîka û António Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û hejmarek ji serkirde, wezîran û berpirsên bilindên welatan dicive. Li kombûnan da pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan li gel civaka navdewletî û siyaset û helwesta Herêmê û veguhertina bîr û ramanên di derbarê pirsên herêmî û cîhaniyan guftûgo dikin.
Her li vê beşdarîkirinê da, Nêçîrvan Barzanî li rûniştineke Davos da bi navnîşana “Rojhilata Navîna Nearam” de dipeyve. Têda encamên demdirêjên alozî û têkdanên berdewamiyên Rojhilata Navîn ku bûne çavkaniya tirs û dilgiraniyeke mezina cîhanî û navçeyî têne behs kirin û tîşk dixine ser bandora stratejiya qeyrana niha li ser aştî û aramiya li Kendav, Iraq û Sûriye.