Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rûniştina bi navnîşana “Pirsgirêkên Girîng ên Rojhilata Navîn û Paşeroja Herêma Kurdistanê” ku di çarçoveya Duyemîn Foruma Hewlêrê de birêve çû got: Paşeroja Herêma Kurdistanê geş e.”
2mîn Foruma Hewlêrê ya Salane bi navnîşana “Xalên werçerxê û paşeroja Rojhilata Navîn” ku 28ê Sibatê de destpê dike û îro jî berdewam dike, Navenda Lêkolînan a Rûdawê bi hevbeşî ligel hejmareke navendên lêkolînê û saziyên navxwe û navdewletî pêk tîne. Di çarçoveya forumê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di rûniştina bi navnîşana “Pirsgirêkên Girîng ên Rojhilata Navîn û Paşeroja Herêma Kurdistanê” ya bi moderatoriya Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryaryan Rojhilatî kir û tê de behsa paşeroja Herêma Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand pirsgirêkên di nav hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku ev heyamek e wezîrên bi ser Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ve beşdarî di civînên Encûmea Wezîran de nakin got: “Çareserî ne ew e ku em li derveyî hikûmetê bimînin, divê em bi hev re kar bikin û çareser bikin. Divê pişta Serokwezîr bigirin ku bikaribe wê rêkeftina ku heye cibicî bike.”
Nêçîrvan Barzanî bang li YNKê kir û got, “Pirsgirêk bi wê nayê çareserkirin ku alî li derveyî hikûmet bin û beşdarî civînan nebin. Ez hêvî dikim guh li min bigirin vegerin Encûmena Wezîran.”
Barzanî herwiha diyar kir ku ew pêşbinî nakin ku pirsgirêkên heyî yên di navbera YNK û PDKê de rê li ber şerê çekdarî veke û got: “Hemû aliyên Herêma Kurdistanê ji mêj ve ev qonax derbas kiriye. Lê nakokiyên navxweyî yên li Herêma Kurdistanê her kes bêzar kiriye.”
Nêçirvan Barzanî di wê baweriyê de ye ku pirsgirêkên navbera YNK û PDKê wê çareser bibin û dibêje, "Eger pirsgirêkên xwe çareser nekin, wê çi bikin? Ji ber vê yekê neçarin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin, ji ber ku Herêma Kurdistanê rastî pirsgirêkên dijwartir hatiye û dê ev pirsgirêk çareser bibin.”
Di derbarê pirsgirkên navbera Hewlêrê û Baxdayê de jî jî de Barzanî got: “her tişt ne şaşîya Baxdayê ye û her tişt ne şaşîya Hewlêrê ye. Şaşiyên herdu alîyan jî hene. Pêngavên [ji bo çareserkirina kêşeyên Li Hewlêr û Bexdayê] ne ji bo afirandina bêhêvîtiyê ne, lê ji bo afirandina hêviyê ne."
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha da xuyakirin, ku aramiya Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser astê derve giringîyek mezin e û got: "Ez bawer im xurtbûna Herêma Kurdistanê ji bo Iraqê ne xetere ye û berovajî vê yekê ye. Herwiha bihêzbûna Bexdayê jî bo Hewlêrê ne xeter e.”
Bi gotina Nêçîrvan Barzanî destûra bingehîn li Iraqê nayê cîbicîkirin û hinek caran destûr tê binpêkirin û got: “Eger Iraq ber bi federalizmê ve biçe û prensîpa bingehîna federalizmê li vî welatî were diristkirin, paşerojeka gelek baştir ne tenê ji Herêma kurdistanê re, herwiha ji Iraqê re jî tê çaverêkirin.”
Barzanî tekez kir ku du yasa ji bo Iraqê gelek girîng in û derbarê vê yekê de got: “Yasay petrol û gazê û yasaya dabeşkirina dahatê ji bo aramîya welat pêwîst û giring in. Herwiha bi cihanîna maddeya 140 û çareserkirina pirsa Şingalê jî girîng in bo aramîyeka temam li welat pêk were.”
Di berdeawamiya axaftina xwe de Serokê Herêma Kurdistanê got: "Navenda stratejîya Kurd Bexda ye û li tu devereke din tune ye. Em û Bexda temamkerê hev in, bihêzkirina Bexdayê bihêzkirina Herêma Kurdistanê ye. Em naxwazin derfetekê ji dest bidin ku pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser biki.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Bi baweriya min paşeroja Herema Kurdistanê peşerojeke geş e. Pêgeha Herema Kurdistanê di Destûra Iraqê de hatiye diyakirin û helbet ev rewş dê venegere berê, lê di cîbicîkirina destûrê de pirsgirêk hene.”
Xalên girting ên axaftina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Foruma Hewlêrê:
“Gelek spas ji bo vê derfetê. Ez xêrhatina hemû mêvanên ku hatine dikim û ji bo vê vexwendinê gelek spas dikim. Mîna her mirovekî, ew dimîne ku me di karesata li Tirkiye û Sûriyeyê dît, bi rastî jî ji bo her kesî dilgiranî û nerehetî bû. Weke Herêma Kurdistanê ji kêliya yekem a erdhejê heta niha me hemû tiştên ku ji destê me tê dikin.
Civîn û konferansên navdewletî yên ku em beşdar dibin ji bo me gelek girîng in ji bo ragihandina nêrîna Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên Iraqê. Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de me gelek hevdîtinên di asta bilind de pêk anîn û me nêrînên xwe ji raya giştî ya navneteweyî re ragihand.
“Li qada navneteweyî girîngiyeke mezin didin Herêma Kurdistanê”
Em bûne şahid ku di qada navneteweyî de girîngiyeke mezin didin Herêma Kurdistanê û Iraqê. Aramiya Iraqê bandorê li aramiya navçeyê dike û Herêma Kurdistanê jî dikare roleke diyarker di dabînkirina vê aramiyê de bilîze.
Bihêzbûna Herêma Kurdistanê ji bo Iraqê ne metirsî ye û bihêzbûna Iraqê jî ji bo Herêma Kurdistanê ne metirsî ye. Em temamkerê hev in. Her çiqas du hikûmetên me hebin jî yek dewleta me heye.
“Herêma Kurdistanê dikare roleke girîng bilîze”
Niha nêrîneke cuda ya welatan derbarê Iraqê de heye. Ew dizanin ku li Iraqê pêşketineke aborî û siyasî heye. Herwiha rola Iraqê jî weke roleke gelekî girîng dinirxînin. Herêma Kurdistanê dikare roleke girîng di dabînkirina aramiya navçeyê de bilîze.
Piştî şerê Ukrayna-Rûsyayê, li gelek welatan lêgerînên nû dest pê kirin. 'Hêzên Super' hewl didin koalîsyonên nû ava bikin. Welat jî li gorî vê amadekariyê dikin. Bi baweriya min Iraq dikare di vê yekê de roleke girîng bilîze. Herêma Kurdistanê û Iraq di warê enerjiyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatên rojava dikarin di cihekî diyarker de bin.
Heta niha bala hemûyan li ser Rûsyayê bû. Niha, dibe ku ev were guhertin. Eger Herêma Kurdistanê û Iraq bikarin bibin xwedî perspektîfeke rasteqîne û ciddî û bi hev re kar bikin, bi baweriya min derfeteke zêrîn ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê derketiye ku di pirsgirêka enerjiya cîhanê de roleke cidî bilîzin.
Iraqê heta niha xebatên siyasî yên baş kirine. Çarçoveya siyaseta Iraqê li ser bingeha pireke ragihandinê ye. Iraq nikare bibe endamê ti rêxistinan, berovajî vê yekê dikare ji bo yekkirina wan tevbigere.
“Pirsgirêkên siyasî hene”
Pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên siyasî ne. Nakokiyên siyasî bêguman dê nebin sedema aloziyên leşkerî. Ez ji we re piştrast dikim ku ev dê nebe. Hemû aliyên siyasî, PDK û YNK jî di nav de, demeke dirêj ji vê qonaxê derbas bûne. Bi baweriya min êdî li Herêma Kurdistanê şerê çekdarî çênabe.
Pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê hemû kes westand, van pirsgirêkan gel jî westand. Bi min dem hatiye ku van pirsgirêkan çareser bikin.
“Paşeroja Herema Kurdistanê peşerojeke geş e”
Bi baweriya min paşeroja Herema Kurdistanê peşerojeke geş e. Pêgeha Herema Kurdistanê di Destûra Iraqê de hatiye diyakirin û helbet ev rewş dê venegere berê, lê di cîbicîkirina destûrê de pirsgirêk hene. Ji sala 2023ê ve heta niha me ti cidiyetek derbarê cîbicîkirina destûrê nedîtiye. Pirs ev e: Iraq ber bi federalîzmeke bihêz ve diçe yan navendîparêziyeke bihêz? Eger federalîzm were cîbicîkirin, ne tenê Herema Kurdistanê herwiha li Iraqê dê bihêz bibe.
“Bila wezîrên YNKê vegerin”
Pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê hemû alî westiyan, van pirsgirêkan gel jî westand. Ez difikirim ku dem hatiye ku van pirsgirêkan çareser bikin. Divê pirsgirêkên me yên li gel YNKê jî bên çareserkirin. Bi minasebeta vê forumê ez bang li YNK, Kak Qubad (Qubad Talebanî) û wezîrên YNKê yên di nava hikûmetê de dikim ku vegerin nav hikûmetê.
Em dilgiraniyên YNKê fêm dikin, lê çareserî ne li derve ye. Divê em bên gel hev û van pirsgirêkan di nava hikûmetê de çareser bikin. Divê cîgirê serokwezîr vegere civînên Encûma Wezîran û bila vê derfeta zêrîn ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi tiştên biçûk û bê wate ji dest nedin.
Serokwezîrê Iraqê (Sûdanî) 5 meh in li ser kar bûye û heta niha em di hemû astan de atmosfereke erênî dibînin. Di navbera Bexda û Hewlêrê de hevkariyeke baş a ewlehî û leşkerî heye. Divê em bi erênî li wan binêrin. Siyaseta me ya piştgirîkirina Sûdanî heye û em bi biryar in ku vê yekê bikin.
Gelê Iraqî heq dike ku di şert û mercên niha de baştir bijî. Divê karûbar di asteke baştir de bên nûkirin. Iraq xwedî nifûsa ciwan e. Divê haya we ji vê hebe.
“DAIŞê aliyê xwe yê leşkerî û îdeolojîk heye”
DAIŞ du aliyên xwe hene: Aliyê leşkerî û îdeolojîk heye. Di warê leşkerî de gelek tişt hatine kirin. Hemû hêzên ewlehiyê ji bo têkbirina DAIŞê fedakarî kirin. Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de 2 hezar şehîd dane. Şerê DAIŞê di heman demê de şerekî îdeolojîk e, ji ber wê jî çareseriya leşkerî têra wê nake. Divê em di warê bîrdozî de û bi fikrî şerê DAIŞê bikin. Li kampan gelek baldarî divê. DAIŞ di kampan de ciwanên ku hêviya wan ji paşerojê re nemaye dike hedef. Dema em behsa Rêkevtina Şingalê dikin, em dixwazin xelk vegerin, ji ber ku mayîna wan di kampan de firsendeke pir eşkere ye ku komên tundrê wan îstismar bikin. Divê bi fikrî şerê DAIŞê bê kirin û sedemên ku DAIŞê afirandine ji holê bên rakirin.
“Divê îsal hilbijartin bêne kirin”
Divê em îsal hilbijartinan bikin. Ev mijarek girîng e. Divê hemû aliyên siyasî ji bo hilbijartinan hewl bidin. Ev mafê gelê Kurdistanê ye û kes nikare vî mafî ji destê wan bigire. Divê ew bi berpirsiyarî bête kirin. Paşxistina hilbijartinan zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê kêmasiyek e.
“PDK û YNK neçar in li hev bikin”
PDK û YNK neçar in li hev bikin ji ber ku ti çareyek din nemaye. Eger li hev nekin ne rêvberiya du herîmî lê 'rêveberiya sifir' derdikeve holê. Alternatîfa negihîştina lihevkirinê çi ye? Me pêvajoyên dijwartir derbas kir, em rûniştin û me pirsgirêk çareser kirin. Ev jî dê çareser bibe ji ber ku ji bilî lihevkirinê ti alternatîvek nîne.
“Li Kurdistan û Iraqê tiştekî bi navê aborî nîne”
Ne li Iraqê û ne jî li Herêma Kurdistanê tiştekî bi navê 'aborî' nîne. Petrol heye, ev petrol li derve tê firotin û pereyê ku tê tê belavkirin. Gelo ev yek bi xwe re pêşketina aborî tîne? Naê nemimkûn e. Divê sîstemek ku dê kêmtir girêdayî petrolê be, were fikirîn. Ciwan zanîngehê diqedînin û bêkar dibin. Kesên Sûriyeyî û Tirkî karên ku pêwîstî bi hostatî heye dikin. Divê ev bi giranî bên lêkolînkirin.
Eger Iraqê pişta xwe bi tenê bi petrolê ve girê bide dê di demek nêzîk de karesat rû bide. Li gel van hemû kapasîteyan, ne maqûl e ku Iraq dîsa jî gaz û elektrîkê ji welatên din hawirde bike.
"Destkeftî di encama yekîtiyê de tên bidestxistin"
Destkeftiyên ku me heta niha bi dest xistine di encama yekîtiyê de hatine bidestxistin. Ger em nebûna yek, me nikarîbû şer bikira û mafê xwe bidest bixista.
"Têkiliyên me yên dîrokî bi Sûriyeyê re hene"
Têkiliyên me yên dîrokî bi Sûriyê re hene. Sûriyê di rojên me yên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kir. Hafiz Esed deriyên Sûriyê ji Herêma Kurdistanê re vekir. Piştgirî û alîkariya Sûriyê ji me re her tim di hişê me de ye. Li gor nêrîna me pirsgirêka Sûriyê ji pirsgirêka Iraqê cuda nîne û divê ji bo pirsgirêka Sûriyê çareseriyek bê dîtin. Divê ev çareserî jî çareseriyeke aştiyane be. Pirsgirêka Sûriyê bi çekan nayê çareserkirin, lê çareserî siyasî ye.
“Pêşmerge dibe yek”
Proseya yekgirtina Pêşmerge bi awayekî cidî dest pê kiriye. Dibe ku însiyatîfa ne pir bilez bin, lê ev destpêşxerî pir ciddî ne. Hevpeymaniya Navdewletî bi taybetî jî Amerîka di vî warî de piştgiriya me dike. Pêvajo hêdî hêdî pêşve diçe. Pêşmerge dê bibin yek.
“Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re gelek baş in”
Têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re dostane û gelek baş in. Qebareya bazirganiya Iraqê bi Tirkiyê re salane nêzîkî 12 milyar dolar e. Tirkiye di hemû rojên me yên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye. Hemû alî dixwazin têkiliyên siyasî û aborî zêdetir pêş bixin.