Neteweyên Yekgirtî: Pêşmerge kariye seqamgirî û aramiya deverê biparêze

Şandeke Neteweyên Yekgirtî ji Wezîrê Pêşmerge re radigehîne, “Di demekê de ku dever ber bi rewşeke aloz û neseqamgir ve diçe, Pêşmerge kariye seqamgirî û aramiya deverê û Îraqê û Kurdistanê jî biparêze.”

23.09.2024, Pts - 10:52

Neteweyên Yekgirtî: Pêşmerge kariye seqamgirî û aramiya deverê biparêze
Nuçe Belav bike

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl duhî (Yekşem, 22.09.2024) bi şandeke Neteweyên Yekgirtî re bi serokatiya Birêveberê Pişka Parastin û Ewlehiyê ya Navdewletî (UNDSS) li Rêkxistina Neteweyên Yekgirtî William Blanchart re civiya.

Di wê civînê de ku şêwirmend û efserên pile bilind ên Wezareta Pêşmerge jî tê de amade bûbûn, Wezîrê Pêşmerge behsa rewşa ewlehiya deverê û Îraqê û Herêma Kurdistanê kir, herwesa rolê bilind ê rêkxistina Neteweyên Yakgirtî bilind nirxand û ragehand, “Neteweyên Yakgirtî rolekî bilind di warên parastina aştî û ewlehiya navdewletî de hebû, tevî rêgirtina li şer û berhingarbûna terorê û çespandina demokrasiyê û wekheviyê di nav gelan de.”

Wezîrê Pêşmerge li ser piştevaniya Neteweyên Yakgirtî ji bo gelê Kurd got, “Hûn di tevaya qonaxên cuda cuda de herdem piştevanên mafên rewa yên gelê Kurd bûn û we gelek xizmet di gişt waran de pêşkêş kirine, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge gelek rêz û spasî ji bo rolê we yê bilind hene.”

Birêveberê Pişka Parastin û Ewlehiyê ya Navdewletî (UNDSS) li Rêkxistina Neteweyên Yekgirtî William Blanchart jî ji aliyê xwe ve pesna rolê qehremanane yê Pêşmergeyan di şkandina DAIŞê û parastina seqamgiriya deverê de kir.

William Blanchart herwesa ragehand, “Di demekê de ku dever ber bi rewşeke aloz û neseqamgir ve diçe, Pêşmerge kariye seqamgirî û aramiya deverê û Îraqê û Kurdistanê jî biparêze.”

Di wê civînê de, her du alî hevnerîn bûn ku mana UNAMIyê li Îraq û Herêma Kurdistanê giring û pêdivî ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 165 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:37:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x