Parêzgarê Duhokê: Aboriya Kurdistanê çiqas bihêztir be, projeyên xizmetguzarî jî dê zêdetir bin

Parêzgarê Duhokê tekez kir ku ew ê berdewam bin li ser pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê û got: “Aboriya Kurdistanê her çiqas bihêz bibe, projeyên xizmetguzarî jî dê zêdetir bin.”

18.09.2023, Pts - 10:16

Parêzgarê Duhokê: Aboriya Kurdistanê çiqas bihêztir be, projeyên xizmetguzarî jî dê zêdetir bin
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar îro Duşemê 18ê Îlonê kevirê bingehîn ê rêya gundê Hewriskê danî û di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Em ê berdewam bin li ser pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê ji bo welatiyên xwe, her ku aboriya Herêma Kurdistanê bihêztir bibe, dê projeyên xizmetguzarî yên mezin bên pêşkêşkirin û cîbicîkirin.”

Piraniya şêniyê gundê Hawriskê Ermenî ne. Parêzgarê Duhokê jî got: “Ermenî li Herêma Kurdistanê pêkhateyeke sereke ye, Kurd û Ermenî bi sedan salan e li vê herêmê bi hev re dijîn. Ji bo pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê ji xwişk û birayên xwe yên Ermenî û hemû pêkhateyên parêzgeha Duhokê re, çi ji destê me bê emê bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 566 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x