Îro 18.06.2022yê parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî li qeza Hewîce serdana hejmarek projeyan kir, ku binkyeke tenduristiyê û karên projeya rêya sebzefiroşiya Hewîce û karên projeya rêya kemerî ya taxa Eskerî ya Hewîce û projeya çêkirina rêya navbera Hewîce û nahyeya Riyazê pêktên.
Ew proje zêdetir li ser budceya pêşxistina parêzgehan tên bicîhanîn, lê taxên nav bajarê Kerkûkê jî bê xizmet in û herwaha ti projeyekî wisa li qezayên Dubiz û Daqûq û nahyeyên Leylan û Şiwan û Qerehencîr û navçeyên Kurdan nayên kirin.