PDK bi awayekî fermî dest bi bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir

PDK bi awayekî fermî û bi dirûşmê “Aramî, avedanî, bihevrebûn û xweragirî” dest bi bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike.

25.09.2024, Çar - 17:11

PDK bi awayekî fermî dest bi bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir
Nuçe Belav bike

Îro (Çarşem, 25.09.2024) bi amadebûna Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serok Mesûd Barzanî, Cîgirên Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û endam û alîgirên PDKê, ahenga “Lîsta 190ê ya PDKê” li bajarê Hewlêrê hat destpêkirin.

Di vê ahengê de, Partiya Demokrata Kurdistanê bi awayekî fermî kandîdên xwe ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dide nasandin û dirûşmê wê “Aramî, avedanî, bihevrebûn û xweragirî” ye.

Hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 20.10.2024ê bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê tên kirin.

Bi biryara Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, îro (Çarşem, 25.09.2024) bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dest pê dike û heta roja 15.10.2024ê berdewam dibe.

Partiya Demokrata Kurdistanê peydaker û sermeşqa demokrasiyê û birêveçûna hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ye. Ji sala 1992ê ve PDK tevlî 12 gerên hilbijartinên giştî bûye û di tevaya hilbijartinan de jî bûye partiya hejmar yek a Herêma Kurdistanê û Îraqê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:54:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x