Piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017ê, baregehê Civata serkirdetiya PDKyê li Kerkûkê ji aliyê fermadeya operasiyonên hevpar ên Kerkûkê ve hatibû dagirkirin. Tevî ku yek ji xalên karnameya kabîneya Sûdanî ew bû ku baregehên PDKyê lê hatiban vegerandin û ew xal li Perlemana Îraqê jî hatibû pejirandin, lê ew mijar heta Tebaxa îsal wekî xwe mabû.
Piştî ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li 1ê Îlona 2023ê biryar da ku baregehê berê yê Civata Serkirdetiya PDKyê li Kerkûkê ji aliyê fermandeya operasiyonên hevpar ên Kerkûkê ve bê berdan û li PDKyê bê vegerandin, li 28ê Tebaxa 2023ê, komeke Erebên binecihkirî û şovînî yên Kerkûkê li beranberî baregehê Civata Serkirdetiya PDKyê ji bo heyama şeş rojan çadirên xwe vedan û rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê daxist.
Daxistina rêya sereke bandoreke temam li ser jîn û jiyara welatiyan kir û bû sedema çêbûna astengên hatin û çûnê di navbera Kerkûk û Hewlêrê de. Taybet li taxên Kurdan bêzarî û bargiraniyeke zêde ji bo xwecihan çê bû, vê jî wesa kir ku welatiyên wan taxan wan bêzêrî û destdirêjiyan qebûl nekin û daxwaza bidawîanîna wê rewşê kir.
Roja 3ê Îlona 2023ê, Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê biryara rawestandina radestkirina baregehê Opersiyonên Hevpar li Kerkûkê ji bo PDKyê derxistibû.
Heta li dawiyê, li roja 12ê Îlona 2023ê, Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê biryara rawestandina radestkirina baregehê Opersiyonên Hevpar helweşand û biryar da wî baregehî ji bo PDKyê vegerîne.
Di civîna 26ê Cotmeha 2023ê de, ji bo parastina canê tebayî û seqamgîriya bajarê Kerkûkê, Komîteya Navendî ya PDKyê biryar da baregehê berê yê civata serkirdetiya xwe li Kerkûkê pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê bike û ji bo xwendekaran û piroseya xwandinê û rewşenbîrî û pêşxistina wî bajarî bike diyarî.
PDKyê bi vê pêngava xwe tekez kir ku Kerkûk her dilê Kurdistanê ye û piştî 16ê Cotmehê jî her xebatê ji bo çareserkirina birîna dilê Kerkûkiyan dike.