Pentagon û Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan civiyan

Berpirsên bilind ên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan civiyan.

30.01.2024, Sal - 18:56

Pentagon û Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan civiyan
Nuçe Belav bike

Civîna Komîteya Birêveber a Cîbicîkar ya ji bo pirsa Pêşmerge li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di civînê de pêşketinên di pêvajoya çaksaziya hêzên Pêşmerge de hatine nirxandin ku di çarçoveya yadaştnameya hevtêgihiştina di navbera Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di Îlona 2022yan de hatibû nûkirin.

Li gorî daxuyaniyê komîteyê pêşkeftinên di warê çaksaziya Hêzên Pêşmerge de pêşkeş kir.

Herwiha aliyan li ser xalên sereke yên sala bê ku di çarçoveya pabendbûna demdirêj de ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge di nava Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de û avakirina hêzeke pispor ku bikaribe têkşikandina DAIŞê bi temamî misoger bike li hev kirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de balê kişand ser wê yekê ku Wezareta Pêşmerge di warê çaksazîm darayî û hêzan de pêşkeftineke berçav bi dest xistiye û wiha pê de çû:

“Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge dilxweş in li ser berdewamiya xebatên reformê yên ku di peymana sala 2022yan de di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine diyarkirin.

Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê ji bo avakirina Îraqeke bihêz, aram û xwedî serwerî, piştgîriyê dide gelê Îraqê û Herêma Kurdistanê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:24:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x