PKKê komek ereb ji Sûriyê derbasî devera Şingalê kir!

artiya Karkirên Kurdistanê (PKK) komek kesên ereb ji Sûriyê derbasî wargeha Xanesorê ya Şingalê dike û li ser navê kurdên êzîdî xwepêşandanê bi wan dide kirin!

14.03.2017, Sal - 09:22

PKKê komek ereb ji Sûriyê derbasî devera Şingalê kir!
Nuçe Belav bike

Rêveberê bajarokê Sinûnê Nayîf Seydo ji BasNewsê re got, îro PKK hinek kesên ereb ji Sûriyê derbasî Xanesorê kir û xwepêşandan bi wan da kirin. Wan ereban 15 alayên cur bi cur bi bilind kirin. Kes nizane ew kî ne û ew alayên ku bilind kirine jî yê kîjan partî û rêxistinê ne.

Nayîf Seydo her wiha got, ew erebên li nav Xanesorê xwepêşandanê dikin xwe wek kurdên êzîdî didin nasîn û daxwaz dikin Pêşmerge bo parastina wê deverê neyê şandin.

Rêveberê bajarokê Sinûnê da zanîn ku ew kesên ji Sûriyê derbasî Xanesorê bûne, ne xelkê deverê ne ne jî êzîdî ne, PKKê ew bo alozkirina rewşê anîne.

PKKê roja 3 vê mehê li wargeha Xanesorê ya Şingalê, li dijî pêşmergeyên Rojava şer da destpêkirin. Piştî ku şer hat sekinandin, fermandeyekî PKKê got, me bi awayekî demkî şer daye sekinandin, em xwe ji şerekî mezin re amade dikin!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:29:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x