Polîtburoya PDKê peyamekê arasteyî YNKê dike

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li Polîtburo û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan û hemû endam û aligirên YNKê kir.

01.06.2023, Per - 08:26

Polîtburoya PDKê peyamekê arasteyî YNKê dike
Nuçe Belav bike

Polîtburoya PDKê di peyama xwe arasteyê de Polîtburo û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan kir û tê de ragihand, “Bi boneya 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), em pîrozbahiyê li we, endam û alîgirên we dikin û hêviya berdewamî û gavên nû û baştir ji we re dixwazin.”

PDK dibêje: “Bi vê boneyê em tekezî li ser hevahengî, yekrêzî û dostaniya hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ji bo rûbirûbûna kêşeyên qonaxa niha, parastina mafên welatiyan, parastina qewareya Herêmê û destkeftên me, bihêzkirina giyanê pêkvejiyan û yekrêziya siyasî ji bo berjewendiya hemwelatiyên Kurdistanê, çareserkirina kêşe û pirsgirêkan, encamdan gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û bihêzkirina bingehên demokrasiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 460 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:10:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x