Pêşmerge: Erkê me tenê parastine

Fermandareke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê radigehîne ku erkê wan tenê parastina Kurdistanê ye.

17.07.2017, Pts - 09:55

 Pêşmerge: Erkê me tenê parastine
Nuçe Belav bike

Berpirsê şaneya ragehandina şer a herêma Kurdistanê Emîd Helgurd Hîkmet di tora xwe ya taybet facebookê de ragehand, ku bi nûnertiya wezareta Pêşmergeyên hikûmeta herêma Kurdistanê ve civîna şanda Pêşmerge û artêşa Iraqê li gel berpirsên leşkerî yên Amerîkayê pêkhatiye.

Emîd Helgurd Hîkmet ragehand, ku yekemcar wek nûnerê Pêşmerge li gel şandeke leşkerî ya Iraqê, li gel berpirên bilind ên wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon) civiyane.

Fermandarê Pêşmerge derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de di civîna çapemeniyê ya li gel berdevkê Pentagon û hêzên Iraqê de ragehand, hêzên Pêşmerge erkê wan tenê parastina Kurdistanê ye. Ev çi naha wek herêmeke girêdayî Iraqê be, çi demê pêş de wek dewletek serbixwe be dê wiha be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:02:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x