Pêşmergeyê ku li Mexmûrê birîndar bûbû şehîd ket

Alîkarê fermadanrê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Puşo Xalid ku li Mexmûrê di şerê navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de birîndar bûbû şehîd ket.

28.10.2023, Cts - 09:41

Pêşmergeyê ku li Mexmûrê birîndar bûbû şehîd ket
Nuçe Belav bike

22yê ve mehê saet 16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derket.

Di encama vî şerî de 2 Pêşmerge şehîd ketibûn.

Fermandarê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Salih Zirarî jî ku di vî şerî de birîndar bûbû doh şehîd ketibû.

Alîkarê Fermandarê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Puşo Xalid jî di vî şerî de birîndar bûbû.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan Puşo Xalid vê sibehê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin şehîd ket.

Bi şehîdbûna Puşo Xalid di encama şerê li Mexmûrê de hejmara şehîdên Pêşmerge derket 4an.

\"\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:23:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x