Îran: Birîna Helebceyê ti carî nakewe

Berdevkî Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî di 36emîn salvegera kîmyabaran Helebceyê de got, “Trajediya Helebceyê birînek e ku tu carî nayê jibîrkirin.”

16.03.2024, Cts - 06:40

Îran: Birîna Helebceyê ti carî nakewe
Nuçe Belav bike

Berdevkî Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî ji bo 36emîn salvegera komkujiya Helebceyê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

“Roja ku qedera bajarekî di çend çirkeyan de guherî”

Nasir Kenanî di peyama xwe de got, “16ê Adarê salvegera êrîşa hovane ya rejîma Beesê ya bi çekên kîmyayî li ser xelkê bêguneh ê Helebce ye.

Roja ku qedera bajarekî di çend çirkeyan de guherî û zêdetirî 10 hezar kesan ji ber gaza jehrîn canê xwe ji dest da.”

Kenanî di berdewamiya peyama xwe de wiha anî ziman:

“Ji bo Xelkê Helebceyê û xelkê bajarên ser sînorê Îranê re ku berê rastî êrişa çekên kîmyayî hatin û piştre birîndarên vê karesata dîrokî hembêz kirin, ew roja reş û tarî qet nayê ji bîr kirin.”

“Dabînkirina çekên kîmyayî ya ji aliyê welatên rojavayî ve ji birînên xelkê Helebceyê gelekî bi êştir bû”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi tundî civaka navneteweyî rexne kir û wiha pê de çû:

“Bîranîna trajediya tal a Helebçeyê di dîrokê de dijwartir dibe dema ku tê bîra me ku rejîma Baas bi saya hin welatên Ewropayê karîbû bombeyên kîmyayî çêbike.

Tevî qedexekirina bikaranîna van çekên nemirovane, gelek caran di şerê ferzkirî de li dijî hêzên Îranê bi kar anî û di dawiyê de jî bi awayekî berfireh ji bo cezakirina xelkê bakurê Iraqê bikar anî.

Piştevanî û berteka hin welatên rojavayî li ser peydakirin û bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rêjîma Beesê ve ji birîn û azarên xelkê Helebce û Serdeştê gelekî bi êştir bû.”

Di 16ê Adara 1988an de Helebce ji aliyê desthilata wê demê ya Îraqê ve hat kîmyabarankirin

Di encamê de nêzî 5 hezar kes şehîd ketîn û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 203 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:58:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x