Şanda Encûmena Asayişa Navdewletî û şanda Herêma Kurdistanê civiyan

Şanda Encûmena Asayişa Navdewletî li Bexdayê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Seroka Parlemantoya Kurdistanê Vala Ferîd re civiya.

29.06.2019, Cts - 11:07

Şanda Encûmena Asayişa Navdewletî û şanda Herêma Kurdistanê civiyan
Nuçe Belav bike

Piştî 30 salî, îro bo cara yekem şandeke Encûmena Asayişa Navdewletî bi serdanekê gihîşt Iraqê û bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê re civiya.

Di dirêjahiya civînên xwe de, şanda Encûmena Asayişa Navdewletî bi Serokê Herêma Kurdistanê, Seroka Parlemantoya Kurdistanê, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê re civiya.

Pêştir, Peyvdarê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihandibû, şanda Encûmena Asayişa Navdewletî li ser vexwandina fermî ya Serokatiya Encûmena Wezîrên Iraqê îro serdana Iraqê dike û rojekê dimîne.

Sehaf got jî, biryar e ew şand bi Serokomarê Iraqê, Serokwezîrê Iraqê bicive. Herwiha bi nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bicive.

Amaje bi wê jî kir, ev serdan ji Iraqê re dîrokî ye û di çarçova karên hikûmetê bo pêşxistina rola navdewletî ya Iraqê aramiya rewşa ewlehiya Iraqê de tê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 829 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x