Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya şairê navdarê Iraqî Muzefer El Newab peyamek belav kir û ragehand, ew dostekî nêzîk yê gelê kurd bû.
Şairê navdarê Iraqî Muzefer El Newab duhî di temenê 88 salî de li Îmaratê koça dawî kir. Termê îro bi merasimeka mezin li Bexdayê hat pêşwazîkirin û li bajarê Necefê hat veşartin.
Serok Barzanî li ser koça dawî ya Muzefer El Newab peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:
Bi xem û xefetek mezin, Iraqê bi hemû pêkhateyên xwe ve, şairekî mezin û şoreşgerekî birêz ji dest da. Rehmetî hemû jiyana xwe xist xizmeta Iraqeka demokratîk û azad, Iraqek ku mafên gel û pêkhateyan tê de parastî be.
Şair Muzefer El Newab dostekî nêzîk û dilsoz yê gelê me û doza wî rewa bû. Di jiyana xwe de çi li nav Iraqê û çi li diyasporayê bi tundî li dijî zilm û zordarî û dîktatoriyê bû. Ji destdana rehmetî ziyanek mezin û nayê qerebûkirin.
Me qameteka mezina niştimanî û şoreşger ji dest da. Xozî li ser xaka niştiman canê xwe daba nek li diyasporayê. Xozî piştî ku rêjîm hat hilweşandin û heta niha jî girîng bi wî daban û salên wî yên xerîbiyê hatiban qerebûkirin, nek tenê bo pêşwazîkirin li termê wî merasimek mezin hatiba kirin. Eger wisa kiriban bê guman ev kar dibû dersek bo rêzgirtin ji mirovekî şoreşger ku hemû jiyana xwe bo gel û niştiman terxan kir, her wiha dibû peyameka niştimanî jî bo hemû zana û sembolên Iraqî di warên edeb û bîr û zanistê de...