Serok Barzanî gihişte Amêdiyê

Serok Mesûd Barzanî gihişte qezaya Amêdiyê û ligel hemû çînên deverê dicive.

19.08.2023, Cts - 07:33

Serok Barzanî gihişte Amêdiyê
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo parêzgeha Duhokê de îro hate navçeya Amêdiyê û li gel kadr û endamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û xelkê navçeyên cuda yên navçeyê civiya.

Berpirsê Liqa 18 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Amêdiyê Berevan Hemdî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hatina Serok Barzanî bo Amêdiyê wê yekê digihîne ku ev dever li cem Serok Barzanî girîngiya wê taybet heye, loma hemû xelkê Amêdiyê îro dixwazin beşdarî civîna Serok Barzanî bibin, bêguman hatin wî dibe mayeya guherînê ji aliyê seqamgîrî û encamdana projeyên zêdetir li vê deverê.”

Berevan Hemdî diyar kir: “Serok Barzanî ligel hemû çînên Amêdiyê dicive û guh dide gilî û gazindên xelkê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:24:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x