Serok Barzanî ligel balyozê Amerîka li Iraqê civiya

Serok Barzanî ligel balyozê Amerîka li Iraqê civiya

06.02.2020, Per - 06:51

Serok Barzanî ligel balyozê Amerîka li Iraqê civiya
Nuçe Belav bike

Li Selahedîn , Serok Mesûd Barzanî ligel Matthew Tueller balyozê Amerîka li Iraqê û şanda pê re civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî û dawî pêşhateyên navçeyê hatin gotûbêj kirin. Herweha ronahî xistin ser proseya siyasî ya Iraqê û raspartina Serokwezîrê nû yê Iraqê, tekezî liser çareserkirina pirsgirêkan û bi deng hatin a daxwazên xwepêşanderan û aramiya Iraqê hat kirin.

Di beşek din a civînê de, liser paşeroja gelê Kurd li Suriyê, dîtin û nerînên xwe gotin. Balyozê Amerîka li Iraqê rola Serok Barzanî di nêzîkirina aliyên Kurdî li Sûriyê de, bilind nirxand.

Her di wê rûniştinê de, tekezî li pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka û hemahengiya berdewam, a di navbera wan de hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 892 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:35:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x