Serokê Estonyayê: Pêşketina li Herêma Kurdistanê ez kêfxweş kirim

Serokê Estonyayê Alar Karis got, “Pêşketina Herêma Kurdistanê û gelê wê ya di qadên aborî, siyasî û ewlehiyê de ez kêfxweş kirim.”

18.01.2024, Per - 06:32

Serokê Estonyayê: Pêşketina li Herêma Kurdistanê ez kêfxweş kirim
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Estonyayê Alar Karis li Hewlêrê civiyan.

Serokê Estonyayê Alar Karis cara yekem e hat Herêma Kurdistanê û herwiha serokê yekem ê Estonyayê ye ku hatiye Herêma Kurdistanê.

Ji bo Alar Karis li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê merasîmeke taybet hat amadekirin û Nêçîrvan Barzanî ew pêşwazî kir.

Nêçîrvan Barzanî û Alar Karis piştî hevdîtina xwe kongreyeke rojnamegeriyê li dar xist.

Serokê Herêma Kurdistanê dest bi axaftinê kir û di destpêka axaftina xwe de ji bo serdana wî spasiya Alar Karis kir.

Barzanî bi bîr anî ku havîna borî Wezîrê Parastinê yê esronyayê Hanno Pevkur jî hatibû Herêma Kurdistanê û da zanîn ku civîna wî û Karis baş derbas bûye.

Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku wan di hevdîtinê mijarên wekî “xurtkirina pêwendiyên Estonyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, derfetên hevkariyê, ewlehî û parastina serweriyê” gotûbêj kirine.

“Leşkerên Estonyayê perwerdeyê didin Pêşmergeyan”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, wan êrişên Îranê yên li Hewlêrê, şerê Ukrayna û Rûsyayê û rewşa mirovî ya li Xezeyê jî nirxandine û pê de çû:

“Ji bo alîkariyên wan ên dema şerê bi DAIŞê re me careke din spasiya Hikûmeta Estonyayê kir.

Niha jî leşkerên Estonyayê li ser erkê xwe ne û perwerdeyê didin Pêşmergeyan.

Em xeyn ji hevkariyên xwe yên li ser têkoşîna bi terorîzm û radîkalîzme re dixwazin sûdê ji serpêhatiyên serkeftî yên Estonyayê bibînin.

Ev serdan nîşaneya wê piştigiriyê ye ku Estonya dide Îraq û Herêma Kurdistanê û ji bo me girîng e.

Ez hêvîdar im ku em dê pêwendiyên xwe di hemû biwaran de baştir bikin.”

“Estonya terorê bi tundî şermezar dike”

Piştî Nêçîrvan Barzanî, Serokê Estonyayê Alar Karis mafê axaftinê wergirt.

Alar Karis bi bîr anî, ew serokê ewil ê Estonyayê yê ku hatiye Herêma Kurdistanê e û ji ber vê yekê serbilind e.

Serokê Estonyayê di berdewamiya axaftina xwe de amajê bi pêşketinên li Herêma Kurdistanê da û pê de çû:

“Pêşketina Herêma Kurdistanê û gelê wê ya di qadên aborî, siyasî û ewlehiyê de ez kêfxweş kirim.”

“Kurdistan dikare gelekî bi pêş bikeve”

Alar Karis anî zimên ku welatî wî dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe û got:

“Em li ser ewlehiya Îraqê beşdarî civînên navneteweyî bûn. Leşkerên me li vê derê ne, ji bo ku hûn wan dikin mêvan mala we ava. Em jî ji bo piştgiriyê bidin we li vê derê ne.”

Karis daxuyand ku “Kurdistan dikare gelekî bi pêş bikeve” û berdewam kir:

“Yek ji sedemên hebûna me ya li vê derê ew e ku em dixwazin em cîhaneke di aştî û aramiyê de bibînin.

Estonya terorê bi tundî şermezar dike û terorê wekî metirsiyeke cidî ya li ser aştiya cîhanî dinirxîne.

Wekî ku em bi tevên hevpeymanên xwe re dikin em ji bo têkoşîna bi terorê re, bi Kurdistanê re jî tevdigerin.”

Alar Karis destnîşan kir ku ew ji ber tiştên ku li Xezeyê rû didin dilgiran in û ragihand ku wî û Barzanî şerê Ukrayna û Rûsyayê jî nirxandiye.

Serokê Estonyayê di dawiya axaftina xwe de got, “Her kes dikare li cîhanê di nav aştiyê de bijî” û ji bo pêşwazikirina xwe ya germ spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:17:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x