Li gorî zanyariyên berdest, Serokê Partiya Parêzgarên Demokrat a Kurdistanê Omer Axayê Sûrçî jiyana xwe ji dest da.
Polîtbûroya Partiya Parêzgarên Demokrat a Kurdistanê (PPDK) di daxuyaniya xwe de ragihand ku şevê din seet 23:30an Serokê PPDKê Omer Axayê Sûrçî ji ber nexweşiyeke giran li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Serokê Partiya Parêzgarên Demokrat a Kurdistanê (PPDK) Omer Axayê Sûrçî 83 salî bû û kesyetekî navdar û naskirî yê Herêma Kurdistanê bû.