Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Îranê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re îro 7ê Gulanê li Tehranê bi Serokê Encûmena Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya.

07.05.2024, Sal - 12:19

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Îranê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du alî li ser giringiya hebûna peywendiyên baş di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevpar tekez kirin. Di vê derbarê de, derfet û çawaniya pêşxistina hemû warên peywendiyan û hevkariya hevbeş di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin.

Her du alî hevbîr bûn ku di warên hevkariyên bazirganî, aborî, veberhênan, çandinî, geştiyar, çand, perwerde, zanîngeh û gelek warên din de, derfeta hevkariya hevbeş ya Komara Îslamî ya Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re heye. Ji bo vê yekê jî girîng e aliyên pêwendîdar ên her du aliyan zêdetir li ser wan kar bikin.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî hatin gotûbêjkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:22:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x