Serokwezîr Barzanî: Armanca me bilindkirina asta perwerdehiyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Duhokê bû û di merasîmê de gotarekê arasteyî mamoste û derçûyên zanîngehê kir.

18.06.2022, Cts - 17:46

Serokwezîr Barzanî: Armanca me bilindkirina asta perwerdehiyê ye
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de ji bo beşdarbûna di ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Duhokê de kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo xwendekarên derçû, hêviya siberojeke geş xwest û destxweşî li dayîk û bav û kesûkarên wan kir.

Mesrûr Barzanî spasiya mamosteyan kir, ku erkê xwe yê pêgihadin û wanegotinê li hember xwendekaran encam dane û hêviya xwe anî ziman ku di peyama xwe ya fêrkirin û perwerdekirina nifşên Kurdistanê de serkeftî bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişande ser wê yekê ku Zanîngeha Duhokê yek ji zanîngehên herî mezin û sereke yên Herêma Kurdistamê ye, ku ji sala 1992yan ve, xizmeteke mezin dide xelkê Duhokê û devera Badînan û Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide proseya xwendin û perwerdehiyê û yek ji aliyên sereke yên proseya çaksaziya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sektora perwerdehî û xwendinê ye, ku pişkeke girîng û sereke ya vê çaksaziyê pêk tîne û ew dixwazin sîstema perwerdehiyê û xwendina bilind ber bi pêşve bibin, ku ligel pêşketina bêsînor a zanist û teknolojiya vê serdemê, guncaw be.

Herwiha diyar kir: “Armanca me ew e ku xwendekarên Kurdistanê, fêrî wê pisporî û şarezayê bibin ku bo bazar û pêşketin û pêşveçûna Kurdistanê pêdivî ye, da ku bibine piştevanekî bihêz bo pêşveçûna aboriya welatê me. Em bi rêya perwerdeyeke dirust û pêşketî, dê bikin nifşeke hişyar û têgihiştî dirust bikin û civakeke saxlem ava bikin, civakek ku mirovekî niştimanperwer û zanistperwer bo me dirust bike, çimkî divê armanca sereke ya xwendinê, bi tenê bidestxistina bawernameyê nebe, belkû bilindkirina asta rewşenbîrî û hişyariyê û pêşvebirin û xizmetkirina civakê be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 675 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:57:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x