Staf Aso: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi awayên cuda xizmeta jinên nav kempan kiriye

Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amajeyê dide, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewam xizmetkirina jinan wekî erkê xwe dîtiye”. Herwesa dibêje, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi awayên cuda xizmeta jinên nav kempan kiriye”.

08.03.2024, Cum - 11:37

Staf Aso: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi awayên cuda xizmeta jinên nav kempan kiriye
Nuçe Belav bike

Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Staf Aso îro (Înî, 08.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Rewşa jinan li kempên awareyan ên Herêma Kurdistanê nebaş e, taybet ji ber neman û kêmbûna alîkariyan ji aliyê rêkxistinan ve”.

Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwesa amaje da, “Rewşa jinên penaber li Herêma Kurdistanê li beranberî rewşa jinên aware baştir e, sedema wê jî ji bo bizavên wan ên kitekesî vedigere”.

Staf Aso tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam piştevaniya jinên nav kempan kiriye û alîkariya wan kiriye”.

Navbiriyê behs jî kir, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewam xizmetkirina jinan wekî erkê xwe dîtiye. Ji bo wê meremê jî, hemî alîkariyên pêdivî pêşkêşî jinên aware kirine û korsên cuda cuda jê re vekirine”.

Her sal li roja 8ê Adarê, ku Roja Cîhanî ya Jinan e, li Herêma Kurdistanê jin çend çalakiyên cuda cuda dikin. Hejmareke rêkxistinên jinan û şarezayên warê civakî jî wesa difikirin ku belavkirina hişyariyê bi rêya kor û semîneran ji bo civaka Kurdî pêdivî ye, ji bo ku têgehiştineke baş ji bo arêşe û pirsên jinan hebe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 365 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:43:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x