Umêd Xoşnaw: Pêştir hêzên hevpeymanan armanca milîşyayan bûn, niha Pêşmerge armanca wan in

Parêzgerê Hewlêrê radigehîne, “Me her car gotiye ku Hikûmeta Îraqê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê zevt dike û destûrî binpê dike”. Herwesa dibêje, “Pêştir hêzên hevpeymanan armanca milîşyayan bûn, niha Pêşmerge armanca wan in”.

01.01.2024, Pts - 05:54

Umêd Xoşnaw: Pêştir hêzên hevpeymanan armanca milîşyayan bûn, niha Pêşmerge armanca wan in
Nuçe Belav bike

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (31ê Berçileya 2023ê) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Budce û mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve nayên şandin, lê milîşya tên çekdarkirin.

Çavkanî û cihên wan diyar in”.

Herwesa got, “Ew valahiya ewlehiyê ya ku di navbera Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê de heye bi bicihanîna lihevkirina ewlehiyê û taybet li Şingalê tên çarekirin”.

Daxwaz jî ji Hikûmeta Îraqê kir ku di derheqa komên ji-qanûnê-derkeftî helwesteka cidî hebe.

Ew yek jî berçav kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bersiv ji bo wê êrîşa komên ji-qanûnê-derkeftî hebe.

Zêdetir jî got, “Em daxwazê ji hevpeymanan jî dikin ku asmanê Herêma Kurdistanê biparêzin”.

Herwesa amaje da, “Pêştir hêzên hevpeymanan armanca milîşyayan bûn, niha Pêşmerge armanca wan in”.

Ev di demekê de ye ku şeva borî (Şemî, 30ê Berçileya 2023ê) seet 11:45, bi du dronên bombekirî êrîşî bingeheka hêzên Pêşmergeyan li sinorê Pîrmam-Hewlêrê hat kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de got, “Çi zirarên canî ji wê êrîşê çê nebûne, tenê zirarên madî hene”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:44:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x