Wezîra Derve ya Almanyayê îro serdana Herêma Kurdistanê dike

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li Hewlêrê ligel Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dicive û piştre serdana hêzên welatê xwe li Hewlêrê dike û çend projeyan jî li Duhokê biserî dike.

08.03.2023, Çar - 05:42

Wezîra Derve ya Almanyayê îro serdana Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Annalena Baerbock bi serdaneke çar-rojî li Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Piştî ku Sêşemê li Bexdayê ligel, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên û, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya, îro Annalena Baerbock li Hewlêrê ligel, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanya, di civîna xwe de, ligel berpirsên Herêma Kurdistanê, behsa rewşa Kurdên Êzdî û rizgarbûyên ji jenosîdê dike.

Herwiha serdana hêzên welatê xwe di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de, li Hewlêrê, dike.

Hevdem birayar bû Baerbock ji bo axaftina ligel Kurdên Êzdî yên rizgarbûyên jenosîda li ser destê DAIŞê, serdana kampên Duhokê bike û çend projeyên mirovî biserî bike, ku ji aliyê hikûmeta Almanya ve hatine peredankirin.

Hikûmeta Almanya piştgiriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê dike ji bo ku rewşeke baş ji bo vegera koçberên Şingalê peyda bike. Di wê çarçoveyê de, qerzekî 500 milyon euroyî dide Iraqê ji bo çakirina elektrîkê, dirustkirina kolan û avrêjinê û dirustkirina dibistanan û baxçeyên savayan li Şingalê.

Rola Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê

Almanya endamê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê ye û 500 serbaz û şêwirmendên wê yên serbazî li Iraq û Herêma Kurdistanê hene, ku rahênanê bi Pêşmerge û Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê dikin.

Di nav Hevpeymaniya Navdewletî de, Almanya serkirdayetiya hewlên aramkirina wan navçeyan dide ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, bi rêya avakirinê û dabînkirina xizmetguzariyên seretayî.

Herwiha Almanya bi rêya çend projeyên perwerdeyî û derûnî, hewla nehiştina bîra tundrew a DAIŞê dide.

Tevaya wan pereyên ku ji sala 2014yan ve Almanya li projeyên mirovî li Iraqê û Herêma Kurdistanê xerc kirine, 3.4 milyar euro bû.

85 milyon euro ji wê, ji bo penbaberên Sûrî bû.

Herwiha ji sala 2021ê ve, bi budceyeke salane bi 9 milyon euroyî piştevaniyê li çaksaziyên kerta ewlehî ya Iraqê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:33:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x