Wezîrên derve yên Benelux: Ji bo seqamgiriya pêşerojê em ê piştevaniya Kurdistanê bikin

Wezîrên dereve yên Beneluxê piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û ragihand ku ji bo seqamgiriya pêşerojê em piştevaniya Kurdistanê bikin.

19.12.2016, Pts - 16:27 [ Güncellenme: 19.12.2016, Pts - 16:29 ]

Wezîrên derve yên Benelux: Ji bo seqamgiriya pêşerojê em ê piştevaniya Kurdistanê bikin
Nuçe Belav bike

Îro 19.12.2016ê di civîneke çapemendî de wezîrên dereve yên Benelux(Belcîka, Holanda , Luxemburgê) di bajarê Hewlêrê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrwan Barzanî ragihand:” Bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xêr hatina wezîrên dereveyê Benelux kir û got serdana wan wezîrane di vê demê de ji bo Herêma Kurdistanê wek piştevaniyekê bixwe dibînin hem ji bo şerê DAIŞê hem jî bo pirsa penaberan û aşkere kir ku îro me spasiya wan welatane kir û herwaha me li ser pirsa refrandomê jî qise kir ku çawan dikarin alîkariya me bikin.”

Di civîna çapemendî de wezîrê derve yê Luksemburgê Jean Asselborn amaje kir ku em dizanin ku hûn di çi rewşekê de ne û îro me gelek xelk dît ku qesda Herêma Kurdistanê kirine, nêzîkî milyonek û nîv penaberên Iraqî û 250 hezar ji penaberên Sûriyê hatine herêma Kurdistanê û herwaha dizanin ku seda 50 li penaberên Iraqê di herêma Kurdistnê de ne ji ber vê yekê em bi navê hemû YE(Yekîtiya Ewropa) lêrene ku piştevaniya xwe ji bo ve tekez bikin û spasiya we dikin ku we pêşewaziya hemû penaberan kiriye.”

Tekezî jî kirku ew vê yekê dizanin ku herêma Kurdistnê ji aliyê pêkvejiyanê û hevdu qebûlkirin gelek dewlemende ji ber vê yekê ji herêma Kurdistanê ji bo me girîgiya xwe heye.

Wezîrê Derve yê Beljîka Didier Reynders jî piştîvaniya welatê xwe ji bo herêma Kurdistnaê ragihand û got ku:” Em carek din Piştevaniya xwe ji bo biryara bihêz ya we di şerê dijî DAIŞê de dikin û berdewam kir ku em ê ji bo ewlehiya paşerojê, piştevaniya we bikin û piştevaniya me dê piştî şerê Mûsilê jî berdewam be û pêwîste ku di navber pêkhatan de hevserngiyek hebe.” Û aşkere kir ku dixwazên ji aliyê Bazirganî û berhemhînan û hevkari du alî li gel Kurdistanê hebin û tekezî jî kir ku:”Em hizirdikin ku di demekê nêzîk de konsûleke fexir di Hewlêrê de diyar bikin.”

Di civîna çapemenî de Wezîrê Derve yê Hollanda Bert Koenders jî amaje kir ku:”Spasiya dostiya bihêz ya navber Hollanda û Kurdistnê dikim çend xal hene ku yek ji wan asayîşe, şêwirmend me hene di kurdistanê de û niha perwedehiya didine pêşmergan , ku di demek nêzîk de em ê hevdîtinekê li gel wan pêşmergane encam bidin.”

Şanda Bendelux duh 18.12.2016ê giheşte paytexra Iraqê û piştre serdana paytexra herêma Kurdistanê Hewlêrê de.

Sala 1944 hersê şanişînê Beljîka Hollanda û luxsemburgê rêkeftina aborî îmzakirine û di sala 1960 de her sê welatan de rêkeftin guhert û yekîtiya Benelux ya anorî avakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1554 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:14:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x