Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku êrîşên esmanî yên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê rasterast ewlehiya leşkerên Amerîkayê yên li herêmê xistiye metirsiyê û daxwaz dike, ew êrîş demildest bên rawestandin.
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder derengiya roja Çarşembê 23ê Mijdara 2022 di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir, “Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji ber kiryarên ku rewşa li bakurê Sûriyê û Iraqê û herwiha li Tirkiyê aloztir kirine, gelekî nîgeran e. Ev alozî bûne gef li ser pêşketinên hevpeymaniya navdewletî yên bo têkbirina DAIŞê ku di çend salên dawî de hem bi lawazkirin û têkbirina DAIŞê de hatine bidestxistin.”
Patrick Ryder ragihandiye, êrîşa wê dawiyê ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê rasterast bûye gef bo ser hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê ku bi hevkarên xwe yên xwecihî re ji bo têkbirina DAIŞê û hîştina zêdetir ji 10 hezar girtiyên DAIŞê li navçeyê dixebitin.
Ryder diyar kir ku zêdebûna rageşiya li herêmê ji ber êrîşên esmanî di heman demê de pêşketinên bi salan ên di şerê li dijî DAIŞê de pêk hatiye dixe metirsiyê û got: “Ji bo balkişandina ser erka têkbirina DAIŞê û ji bo ewlekariya personelên li herêmê bê temînkirin, divê demildest rageşî bê kêmkirin.”
Berdevkê Pentagonê kuştina sivîlan li Tirkiyê û li Sûriyê şermezar dike û ji kesûkarên wan re sersaxiyê dixwaze û dibêje, “Em ji raporên li ser armanckirina cihên sivîlan pir bi fikar in.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Patrick Ryder amaje bi nîgeraniyên emnî yên Tirkiyê kiriye û dibêje, “Haya me ji fikarên rewa yên Tirkiyê heye û ji bo dirêjkirina agirbestê em dê hevdîtinên xwe bi Tirkiyê û hevkarên xwe yên herêmî re berdewam bikin.”
Artêşa Tirkiyê ji roja Yekşembê 20ê Mijdarê ve operasyoneke nû bi navê Pence Şûr bo ser bingehên PKK û HSDê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh ragihand, êrîşên bi firoke, don û topan tenê destpêk e û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî jî dest pê bikin.
Erdogan herwiha got, ew dê êrîşî Kobanî, Minbic û Til Rifetê bikin û wan herêman ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxînin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duh di daxuyaniyekê de ragihand, ku ji destpêka vê operasyonê ve heta niha 471 hedef hatine armanckirin û 254 endamên HSD-YPGê di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.
Lê belê HSDê amara Tirkiyê red kiriye û ragihandiye, di êrîşên Tirkiyê de piranî sivîlan canê xwe ji dest dane.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) daye xuyakirin ku di êrîşên wê dawiyê yên Tirkiyê de herî kêm 37 kesan canê xwe ji dest dane û 70 kes jî birîndar bûne.