Amerîka karwaneke serbazî derbasî rojavayê Kurdistanê dike

Hêzên Amerîkî karwaneke serbazî ku ji 50 barhilgir û zirîpoşan pêk dihat ji Iraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

23.08.2020, Paz - 06:31

Amerîka karwaneke serbazî derbasî rojavayê Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, Hêzên Amerîkî 50 barhilgir ku kelûpelên serbazî û lojistî hilgirtibûn ji Iraqê di riya deriyê sînorî “Welîd” re derbasî parêzgeha Hesekê kirin.

Diyar kir jî, di nava karwana serbazî ya Amerîkî de, tankerên petrolê, barhilgir û zirîpoş hebûn.

Ajansa “SANA” got jî: Derbasbûna vê karwana serbazî ya Amerîkî ne rewa ye û binpêkirina perensîp û yasayên navdewletî ye.

Derbasbûna vê karwana serbazî di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû, ewê hêzên xwe li Iraqê kêm bikin.

Herwiha Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî îro piştî hevdîtina bi Trump re ragihand, ew ligel Trump li ser diyarkirina xişteyekê bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê rêkeftine.


Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 1011 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:46:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x