Amerîka rêgiriyê lihevkirina PYD û rejîma Sûriyê dike

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Dr. Kawa Ezîzî, Sûriye û PYD bêyî Amerîka nikarin lihev bikin, dê bigihin rêkeftinê lê bi destêwerdanên Amerîka rêkeftinên wan bi ser nakevin.

08.09.2022, Per - 07:15

Amerîka rêgiriyê lihevkirina PYD û rejîma Sûriyê dike
Nuçe Belav bike

Rûsya, Îran û Tirkiyê niha helwestên xwe li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê kirine yek û dixwazin rêjîma Sûriyê vegere Rojavayê Kurdistanê, ew jî li hember wê rêkeftinê asteng e.

Amerîka li hember peymanê asteng e

Bi salane Rûsya û Îran fişarê li PYDê û rayedarên Rojavayê Kurdistanê dikin ku bi rêjîma Sûriyê re li hev bikin û wê ji Amerîka û hevalbendên wê cuda bikin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûye alayeke rêjîma Sûriyê, lê ji ber wê jî hêzên xwe li Sûriyê diparêzin. Lêbelê Tirkiyê hewl da hêzên nêzîkî PKKê li herêmê tune bike, Rûsya, Îran û Tirkiyê jî fişarê li rêjîma Sûriyê dikin ku desthilata xwe bi tevahî vegerîne Rojavayê Kurdistanê, ev jî bûye sedema danûstandinan ligel serkirdeyên PYDê û rayedarên kantonên Rojavayê Kurdistanê da ku hêza Sûriyê vegere herêmê, lê Amerîka hertim li hember van rêkeftinan bûye asteng û li gel wê yekê ye ku gelê Kurd bi yekrêzî bikeve danûstandinan. Peymanên ku PYD bi rejîma Sûriyê re dike divê di destûra Sûriyê de cih bigire.

Amerîka li dijî rêkeftina PYD û Şamê ye

Piştî buhara erebî ya sala 2011ê, hêzên Amerîkî wek welatên din ên bihêz hêzên xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê bi taybetî Rojavayê Firatê kirin û niha jî ji tirsa radestkirina herêmê ji rêjîma Sûriyê re bi rêkeftina ligel PYDê û Hêzên Sûriya Demokratîk. Hegemonya û hêza xwe ya li herêmê xurt bike, herî dawî li Qamişlo baregeheke din a leşkerî ava kir.

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Dr. Kawa Ezîzî ji BasNewsê re got, Sûriye û PYD bêyî Amerîka nikarin lihev bikin, dê bigihin rêkeftinê lê bi destêwerdanên Amerîka rêkeftinên wan bi ser nakevin.

Herwiha Kawa Ezîzî dibêje: "Bêyî peymaneke ku Amerîka qebûl nake, zehmet e ku leşkerên Rûs û Sûrî derbasî rojhilatê Firatê bibin."

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê vekirina baregeheke din a Amerîkî li Qamişlo got ku Amerîka wê deverê weke ya xwe dibîne û wiha got: “Amerîka baregehên xwe li Hesekê û Kobanê ava kirine, tenê maye. Li dijî hegemonyaya Rûsya, Îran, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê ku di navbera wan de peymanek heye.”

Kawa Ezîzî di wê baweriyê de ye ku Amerîka ji bo lihevkirin û yekitiyê di nav kurdên Sûriyê de kar dike, daku bikare plana xwe li navçeyê cîbicî bike û got: Hatina nûnerê Amerîka û bihêzkirina hegemonyaya Amerîka li herêma rojhilatê Firatê. Nîşaneyên guhertinên nû ne ku divê kurd bi yekîtî biryarên xwe bidin.”

Berî naha endamê ENKSê Îbrahîm Bro ji BasNewsê re ragehandibû ku, armanca rêjîma Sûriyê ji rêkeftina ligel PYDê ew e ku hemû desthilatên siyasî û îdarî li Rojavayê Kurdistanê bi dest bixin, divê rêjîma Sûriyê vegere hemû deverên Rojavayê Kurdistanê û her dema ku Amerîka çavê xwe bigire, dê ji bo cîbicîkirina rêkeftinê leztir bibe.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:37:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x