Amerîkayê ji bo YPGê hişyarî da artêşa Sûriyê

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis hişyarî da artêşa Sûriyê derbarê her êrişekê ku li ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) encam bide.

30.12.2017, Cts - 14:17

Amerîkayê ji bo YPGê hişyarî da artêşa Sûriyê
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis di konferanseke rojnamevaniyê de li Pentagonê pirsên derbarê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de bersivandin.

James Mattis, hişyarî da Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê her êrişekê li ser hêzên Kurdî pêk bîne û ragihand nabe hêzên hikûmeta Sûriyê ti êrîşekê bibin ser hêzên HSDê ku hevalbendên Amerîkayê ne.

Mattis diyar ku xetek heye navçeyên di destê hevpeymanên Amerîka de bi navçeyên di destê hêzên Sûriyê de ji hev qut dike û got, dê şaş be eger ev xet were derbaskirin.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê derbarê operayonên li Sûriyê de jî wiha got: “Beriya niha me ragihandibû ku dibe hem ji aliyê me û hem ji aliyê Rûsyayê operasyon encam bidin. Tiştek nehatiye guhertin, operasyonên me berdewam in. Lê nabe ev xet bê derbaskirin.”

Mattis herwiha got, Amerîka dê karmend û dîplomatkarên bêhtir bişîne Sûriyê ji bo rakirina mînan, nûavakirin û sepandina aramiyê.

Bi gotina Mattis, hêzên serbazî yên Amerîkî li Sûriyê dê tevger û ewlekariya dîplomatkaran biparêzin.

Ev çend car in berpirsên Sûrî yên herî astbilind daxuyaniyên tund li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) didin û tohmetên giran diavên ji ser wan hêzên ku Yekîneyên Parastina Gel stûna wan a sereke ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1047 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:35:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x