Endamê Komîta Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Şerîf Ferman ji K24ê re ragihandin, grûpeke nenas êrîşî baregaha wê partiyê li Qamişlo kirin û hemû kelûpelên baregehê şikandin û li ser dîwarên baregehê nivîsên li dijî Serokê Herêma Kurdistanê û ENKSê nivîsandin.
Herwiha Serif Ferman diyar kir jî, hevdem ligel wê êrîşê, grûpeke çekdar êrîşî gundê Tenûriyê kir û gule bi ser xaniyên ku ala Kurdistanê li ser wan bilindkirî de berdan. Herwiha derketin ser malan û alên Kurdistanê daxistin.