Berpirsa Partiya Demokrat bertek nîşanî merasîma derçûnê da: Efrîn axa Sûriyê ye

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Gelan Îlay Aksoy bertek nîşanî merasîma derçûnê ya Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin da û got, “Efrîn axa Sûriyê ye. Heta ku dewleta Sûriyê destûrê nede Zankoya Gazîantepê nikare li wir fakulteyê veke.”

10.07.2023, Pts - 13:04

Berpirsa Partiya Demokrat bertek nîşanî merasîma derçûnê da: Efrîn axa Sûriyê ye
Nuçe Belav bike

Ji bo beşên “Şêwirmendiya Derûnî û Mamostetiya Polê ya Zankoya Gazîantepê Fakulteya Perwerdehiyê ya Efrînê” ku li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê perwerdeyê dide merasîma derçûnê hat lidarxistin.

Parêzgarê Hatayê Mustafa Masatli, cîgirên wî Orhan Akturk, Yusuf Turan û Onur Şan, Rêveberê Ewlekariyê yê Hatayê Ahmet Aribaş, Fermandarê Cendirmeyan ê Hatayê Mustafa Bakçepinar û mamosteyên Zankoya Gazîantepê çbeşdarî merasîmê bûn.

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Koç û Polîtîkayên Civakî Îlay Aksoy merasîma ku li Efrînê hat lidarxistin rexne kir û bertek nîşan da.

Aksoy li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, “Efrîn axa Sûriyê ye. Heta ku dewleta Sûriyê destûrê nede Zankoya Gazîantepê nikare li wir fakulteyan veke. Divê protokolek di navbera her du dewletan de hebe ku tune! Nikare bawernameyên derçûyên fakulteya ku bê destûr vekiriye nas bike û nikare mafê veguhestinê bide. Ev dîploma li Tirkiyê nayên qebûlkirin. Rêjeya ketina van fakulteyan di navbera ji sedi 20-30 de ye. Li vê herêma ku li ser axa Sûriyê ye alaya Artêşa Azad a Sûriyê nikare bi kar bîne û Tirkiye jî nikare nas bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x