Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk çû Kobanê û ligel fermandarên YPGê civiya.
Brett McGurk roja Duşem 15 Gulanê gihêştibû Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû.
Li gor zanyariyê K24ê, Brett McGurk piştî serdana wî ji Hewlêrê re, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û ligel fermandarên YPG û HSDê civiya ye.
Di Civînê de Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk behsa alîkariyên Amerîka yên leşkerî bo YPGê kiriye.
Ev serdana Brett McGurk ji bo Rojavayê Kurdistanê di demekê daye, ku duh Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Koşka Spî ligel Serokê Amerîka Donald Trump civiya bû û gotibû Enqere alîkariyên Amerîka yên leşkerî ji bo YPGê qebûl nake .