CENTCOM: Me meha borî 13 endamên DAIŞê li Iraqê û Sûriyê kuştin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan bi hevpeymanên navdewletî û yên herêmî re di meha Nîsanê de 35 operasyon li Sûriye û Iraqê li dijî DAIŞê pêk anîne û 13 endamên DAIŞê kuştine, her wiha 28 endamên DAIŞê jî girtin.

06.05.2023, Cts - 08:23

CENTCOM: Me meha borî 13 endamên DAIŞê li Iraqê û Sûriyê kuştin
Nuçe Belav bike

ENTCOMê duh roja Înê 5ê Gulana 2023an ragihand, wan 25 operasyon li Iraqê encam dane û 9 endamên DAIŞê kuştine û 7 jî girtine.

10 operasyonên jî li Sûriyê kirine ku di encamê de 4 endamên DAIŞê kuştine û 21 endam jî girtine. CENTCOM a beşeke serekî ya erka wê li Rojhilata Navîn e got, “Ev operasyon pabendbûna me ya berdewam a ji bo tunekirina DAIŞê nîşan didin.”

Hêza Amerîkî her wiha anî ziman ku ji bo nehîştina bi temamî ya DAIŞê hewldanên serbazî yên zêdetir pêwîst in.

CENTCOMê got, “Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkî li ser şêwirmendî, alîkarî û karkirina hêzên ewlekariya Iraqî û Pêşmerge jî ku pêşengên şerê li dijî DAIŞê li Iraqê ne, berdewam dikin.”

CENTCOM li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Di şerê li dijî DAIŞê de em bi giranî xwe dispêrin hevkarên xwe yên herêmî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk.”

Fermandarê CENTCOMê Michael Kurilla got, “CENTCOM pabendî tunekirina DAIŞê ye.”

CENTCOMê di daxuyaniyekê de got, “Di meha Remezanê de, me li gorî sala borî kêmbûneke berçav di êrîşên DAIŞê de dît. Em vê yekê bi zêdebûna operasyonên hevpeymanên me şîrove dikin.”

Di meha borî de, Fermandeyê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Matthew McFarlane ragihandibû ku operasyonên hevbeş ên hevpeymaniyê, li gorî destpêka salê ji sedî 68 êrîşên DAIŞê li Iraqê û li Sûriyê jî ji sedî 55 kêm kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:53:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x